'Divê gelê Kurd piştgiriya berxwedana Heftenînê bike`

Şêniyên navçeya Tirbespiyê, gotin: "Berxwedana Heftenînê ji bo kurdistaniyan berxwedana rûmetê ye, divê gelê Kurd li her derê piştgiriya vê berxwedanê bike."

'Divê gelê Kurd piştgiriya berxwedana Heftenînê bike`
1 îlon, 2020   06:12
QAMIŞLO – RÎNAS RIMO

Artêşa Tirk a dagirker ji 16' Hezîranê ve bi dijwarî êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybet herêma Heftenînê dike. Di van êrişan de bi zanebûn jîngehên sivîlan dikin hedef. Gerîlayên HPG'ê bersiva van êrişan didin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku berxwedaan Heftenînê ji bo gelê Kurd berxwedana rûmetê ye.

Şêniyê bi navê Mihemed Zekî Mistefa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftenînê vîna gelê Kurd hedef dike û got: “Berxwedaniya HPG’ê, berxwedaniya rûmeta gelê Kurd e. Her kes mebesta dewleta Tirk a dagirker dizane. Armanca wî dagirkirina Başûrê  Kurdistanê ye.”

Her wiha Mihemed dest nîşan kir ku dagirkeriya Tirk piştî çeteyên wê bi binketin, vê carê bi artêşa xwe mûdaxele kir da ku xaka Kurdistanê dagir bike û got: “Ji gelê Kurd tê xwestin ku alîkarî û piştgiriya berxwedanê bike.”

Şêniyê bi navê Feysel Heqî diyar kir ku êrişên niha, berdewamiya êrişên salên 80’î û 90'î yên sedsala borî ne û got: “Çawa dagirkerî wê demê bi bin ket dê îro jî bi bi keve. Ji ber ku vîna Kurdan bihêztir e. Divê gelê Kurd zêdetir piştgiriya berxwedana Heftenînê bike.”

Heqî got ku Erdogan dagirkeriya xwe li herêmekê tenê ranawestîne û  wiha berdewam kir: “Me dît ku çawa li dijî referendûmê sekinî, êrişî êzidiyên Şengalê kir. Beşên xaka Rojava dagir kir. Li gel van destwerdanê di karûbarên dewletên Deryaya Navîn de dike. Dawiya Erdogan dê mîna dawiya hemî zaliman be.”

Şêniya bi navê Xurma Eli diyar kir ku berxwedana Heftenînê vîna gelê Kurd temsîl dike û wiha axivî: “Gelê Kurd tucar dest ji mafê xwe bernade. Em hemû dizanin ku Erdogan hewl dide gelê Kurd tune bike û vîna wê bişkîne. Bi taybet jî li Heftenîn û Şengalê”. Xurma bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jzi78CVh4Es" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>