Esed avakirina hikumeteke nû bê guhertinên bingehîn ragihand

Îro li Sûriyê hat ragihandin ku hikumeteke nû ji aliyê Beşar Esed ve hatiye damezirandin, lê Beşar Esed wezîrên xwe yên berê di hikumeta nû de hiştin.

Esed avakirina hikumeteke nû bê guhertinên bingehîn ragihand
30 tebax, 2020   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya girêdayî hikumeta Sûriyê îro diyar kir ku Beşar Esed biryarek bi hejmar 221’an a sala 2020’an ji bo avakirina hikumeteke nû bi serokatiya endezyar Hisên Ernûs, da.

Beşar Esed di hikumeta nû de ya ku ji 31 wezîran pêk tê, wezîrên xwe yên derve, parastin, ewqaf, gerînendetiya herêmî û gelek wezaretên din ên berê neguherandin.

Welat di aloziyeke aborî ya tengav re li gel tunebûna çareseriyên ji hêla hikumetê ve, bilindbûna asta gendeliyê di nava saziyên dewletê de, derbas dibe.

(sm)