Nivîsgeha Parastina Zarokan hate nûkirin

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara bi hejmara 96’an Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de nû kir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan hate nûkirin
30 tebax, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bendên biryara bi hejmar 96’an a ku hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, wiha ne:

“Li gorî plansaziya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) de di 19.06.2019`an de hatiye mohrkirin û ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erêkirin û ji bo pêkanîna berjewendiya giştî ev biryar hate dayîn.

1- Ji nû ve avakirin û çalakkirina Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de û şaxên wê li deste û komîteyên kar û barên civakî û xebitandinê li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Kobanê, Girê Spî, Şehba, Tebqa û Minbicê.

2- Ev nivîsgeh û şaxên wê giliyên girêdayî leşkerkirina zarokan di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û binpêkirinên li dijî mafên zarokan pêşwazî dike.

3- Nivîsgehên şaxê giliyên girêdayî binpêkirina mafên zarokan ji hêla malbat an jî şahid an jî kesên zarokan xwedî dikin ve pêşwazî dikin û wan giliyan dişîne Nivîsgeha Giliyan a Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi rêya wê ji Nivîsgeha Parastinê re piştre Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk re tê şandin da ku dest bi lêpirsînê were kirin û girtekên pêwîst werin girtin.

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê bi xwe û li gorî raporên girêdayî binpêkirina mafên mirovan dest bi lêpirsînê di van mijaran de dikin.

4- Parastina berjewendî û siriyeta (nepeniya) xwediyên giliyan mijareke cewherî ye û ji bingeha mekanîzmaya giliyê ye. Her wiha gilîker dikare nasnameya xwe eşkere neke yan jî dikare giliyê xwe di kîjan demê de dixwaze paşde vekişîne.

5- Fermandariya leşkerî hevkariya pêwîst ji hêla hêzên leşkerî ve dabîn dike. Her wiha nahêle tu kirinek neyînî li dijî xwediyên giliyan bê kirin. Li gorî encamên lêpirsînê sûcdarên ku mafên zarokan binpê kirine di nav de fermandar jî, li gorî pîvanên navneteweyî têne cezakirin. Tu alî û ne jî tu kes nikare mafên zarokan binpê bike.

6- Ev biryar ji aliyên têkldar re tê şandin.”

(şx)

ANHA