Çeteyê dewleta Tirk: AKP’ê ji min xwest ku keşîşê ji Amerîkayê bikujim

Serçeteyekî koma tirkî yê bi kuştina pîlotê rûsî di 2015’an de hatiye tawanbarkirin, got endamên AKP’ê yên li Izmîrê ji wî xwest ku keşîşê amerîkî Andrew Bronson bikuje û tevgera Fethullah Gulen tawanbar bike.

Çeteyê dewleta Tirk: AKP’ê ji min xwest ku keşîşê ji Amerîkayê bikujim
30 tebax, 2020   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serkan Kurtuluş di dema girtina wî ya li Arjantînê ya Hezîrana borî de ragihandine ku ew hewl dide destûra bicihbûnê wergire, ji ber ku dewleta Tirk ew bi şandina çekên derqanûnî ji Sûriyê re tawanbar kiriye, her wiha pîlotê rûsî di 2015’an de kuştiye. Lê piştî girtinê bi mehekê dewleta Tirk ji Arjantînê xwest ku Kurtuluş radest bike.

Heta niha îdiayên Kurtuluş pêk nehatine, lê belê Nivîsgeha Lêpirsînên Federal daxwaza lêpirsînê kir. Lê Arjantînê heta niha ev daxwaz pêk neaniye.

Li gorî Kurtuluş, endamên AKP’ê yên li Îzmîrê jê xwest ku plan bike Bronson suîqast bike, her wiha destnîşan kir ku wan bi vê yekê xwest tawanbariyê bixe stûyê tevgera Fethullah Gulen da ku DYA’yê bi tevgrra Gulen wek rêxistineke terorîst itîraf bike.

Andrew Bronson wek keşîş li Izmîrê xizmet kiriye, her wiha tawaneke derew bi piştevaniya tevgera Gulen hat girtin. Lê dewleta Tirk alîgirên Gulen wek terorîst bi nav dike û bi hewldana derbaya 2016’an tawanbar dike.

Her wiha girtina Andrew Bronson ji aliyê Enqereyê ve bi hewldana neçarkirina Washingtonê ya radestkirina Gulen e, lê bi girtina keşîş re diyar dibe ku çawa dewlata Tirk girtiyan ji bo siyastên xwe bi kar tîne.

(fr)