​​​​​​​Li eniyên Til Temirê di navbera komên çete de şerekî dijwar rû dide

Li gundewarên Til Temirê yên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de di van kêliyan de di nava komên çete de şerekî dijwar bi çekên giran û sivik rû dide.

​​​​​​​Li eniyên Til Temirê di navbera komên çete de şerekî dijwar rû dide
30 tebax, 2020   10:59
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Til Temirê, di van kêliyan de di navbera komên çete de li gundewarên bakur û rojhilatê Til Temirê şerekî dijwar rû dide.

Li gorî çavkaniyan li gundê Mehmûdiyê yê li bakurê rojavayê Til Temirê şerekî dijwar heye û bi rûbera 5 km şer heta bi gundê Fêseliyê yê bakurê rojavayê bajêr bi çekên giran û erebeyên ku doçka li ser, dewam kir.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên li wir ên Sultan Murat, Hemzat û hin komên dîtir in ku hê jî nehatiye zanîn ka kîjan komên çete ne.

Heta vê kêliyê şer berdewam e, lê tu agahiyên kuştiyên çeteyan bi dest neketine.

(fr)

ANHA