Ciwanên Til Hemisê jî tev li hemleya ‘Helbet em ê bi serkevin’ dibin

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk çm Til Hemîsê ragihand ku ew tev li hemleya ‘Helbet em ê bi ser bikevin’ dibin ku Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ragihandibû.

Ciwanên Til Hemisê jî tev li hemleya ‘Helbet em ê bi serkevin’ dibin
30 tebax, 2020   10:29
QAMIŞLO

Li gel siyaseta çewisandin û qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û dagirkirina beşên axa wê, Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê daxuyaniyek da. Daxuyaniyê ji hêla endamê rêveber Wacêd El-Hisên ve li pêşiya avahiya partiyê hate xwendin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bilî avakirina eniyeke mezin li hemberî pergala faşîst a ku êrişî gel, ax û jinan dike û nirxên bi keda gelan bi hezaran salan ava bûne, wêran dike, tu rê tune ye.

Her wiha ciwanan di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk di gelek pêvajoyên dîrokî de û heta niha hewl dide bi rêya siyasetên çewisandin û qirkirinê gelan tune bike. Lê berxwedana Heftanînê bi pêşengiya gerîla, derbeyên mezin li dewleta faşîst da.

Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hate gotin: “Berxwedana Heftanînê ji bo parastina nirx û rûmeta gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî tê lidarxistin. Ji vê bingehê, ji bo tolhildana ji her kêliyekê li Îmraliyê re û ji bo tunekirina pergalan dagirkeriyê em ê helbet bi ser bikevin.”

Ciwanan di daxuyaniyê de bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û êzidî kir ku tevahiya qadan veguherin qadên berxwedan û serferberiyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yW0TFS9Hzvs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>