Artêşa Tirk hêzên xwe li rêya M4 zêde kirin, hêzên hikumeta Sûriyê herêmê topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 a Laziqiye-Helebê hêzên xwe zêde kirin. Li aliyekî din hêzên hikumeta Sûriyê li gel firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li herêmê êrişî çeteyan li çiyayê El-Zawiye kir.

Artêşa Tirk hêzên xwe li rêya M4 zêde kirin, hêzên hikumeta Sûriyê herêmê topbaran dikin
30 tebax, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyê li gel firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê, bi moşekan êrişî herêmên Fitêra, Kensefra û Sifohn ên çiyayê Zawiye kir.

SOHR’ê duh ragihandibû ku di encama hedefgirtina çeteyên dewleta Tirk a li eniya gundê Dana yê başûrê rojhilatê Idlibê de, leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha SOHR’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di nav amadekariyên derketina dewriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê de ye, ku tê payîn sibe yan du sibe pêk were. Bi wê re jî hêzên xwe li deriyên têketina bajarê Arîhayê li ser dirêjahiya rêya Laizqiye-Heleb a M4 ku di başûrê gundewarên Idlibê re derbas dibe, zêde kirin.

Li aliyekî din navendê duh destnîşan kiribû ku hêzên artêşa Tirk a dagirker li ser dirêjahiya rêya Laziqiye-Helebê ji nuqteya Stebraqê bigire heta digihêje bajarokê Nehliya li rojavayê gundewarên Idlibê, di nav seferberiyê de bûn, nexasim piştî êrişa çekdarî ya li dijî nuqteya dewleta Tirk a li gundê Selet El-Zihûr ê li başûrê Pira Şixûr.

(şx)