Li Tirbespiyê bi xebateke hevbeş 2 proje pêk hatin

Li navçeya Tirbespiyê bi xebateke hevbeş a komîn û Şaredariya Gel toreya avê ya Komîna Şehîd Baran û kanalîzasyonên li Komîna Şehîd Luqman hatin sererastkirin.

Li Tirbespiyê bi xebateke hevbeş 2 proje pêk hatin
Li Tirbespiyê bi xebateke hevbeş 2 proje pêk hatin
Li Tirbespiyê bi xebateke hevbeş 2 proje pêk hatin
Li Tirbespiyê bi xebateke hevbeş 2 proje pêk hatin
30 tebax, 2020   09:17
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê dide xebata hevbeş û komînal, ew jî bi rêya komîn û meclisan pêk tê. Komîn hîmê avakirina pergala civaka hevgertî ne.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê hejmareke komîn bi kirîna jeneratorên kehrebeyê pirsgirêka taxê çareser kir, her wiha kanalîzasyon, torên avê sererast kirin û projeyên biçûk pêk tînin.

Komîna Şehîd Luqman a li başûrî navçeya Tirbespiyê bi alîkariya hevbeş bi Şaredariya Gel re kanalîzasyon bi dirêjiya 145 metre çêkir, her wiha Komîna Şehîd Baran bi alîkariya saziya avê tora avê li taxê bi dirêjiya 185 metre bi pereyên ku şêniyan bi dilxwazî kom kiribû, çêkir.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Sûad Hisên piştrast kir ku şaredarî ji dema avabûnê de xebata hevbeş teşwîq dike û wiha dewam kir: "Derî li pêş komînên ku bi karê hevbeş rabin vekirî ye û tevahî derfetên pêwîst ji wan re pêşkêş dikin.”

Sûad Hisên mezaxtina şaredariyê têra tevahî xwestekên xizmetguzariyê nake û wiha bi dawî kir: "Ji lew re karên hevbeş çareseriyeke herî baş ji bo aloziyên xizmetê ne.”

(sm) 

ANHA