Li Iraqê karwanekî lojistîk ê Koalîsyona Navneteweyî hat hedefgirtin

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê da zanîn ku karwanekî alîkariya lojîstîk yê Koalîsyona Navneteweyî li başûrê Bexdayê di navbera Hule û Dîwaniyê de hat hedefgirtin.

Li Iraqê karwanekî lojistîk ê Koalîsyona Navneteweyî hat hedefgirtin
30 tebax, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Someriye News, çavkanî got li ser rêya di navbera Hule û Dîwaniyê de mayinek bi karwanê lojistîk ê Koalîsyona Navneteweyî de teqiya, lê ziyanên canî çênebûn.

Heman çavkanî da zanîn ku hêzên ewlehiyê cihê bûyerê dorpêç kir û lêpirsîn der barê bûyerê de vekir.

Duh dezgehên çapemeniyê ragihandibû ku Herêma Kesk a li Bexdayê ku tê de balyozxaneya Amerîkayê heye, bi moşekan hat hedefgirtin.