​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî -28 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro behsa nakokiya Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê, aloziya Lubnan û rewşa Iraqê kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî -28 Tebax
28 tebax, 2020   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: NAKOKIYA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ AGIRÊ RAGEŞIYAN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ GUR DIKE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir, jê ya herî girîng rageşiya di navbera Rûsya û dewleta Tirk li Sûriyê de. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Duh Rûsyayê got DYA berpirsa bûyera ku hefteya borî li rojhilatê Sûriyê rû daye.”

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî di demek berê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku erebeya Rûsyayê bi erebeya Amerîkayê ya li dijî mayinan ketiye, di encamê de tîma erebeya Amerîkayê birîndar bûne.

Pir kêm bûyerek mîna vê di navbera hêzên Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê rû bide. Gelek pirs girêdayî bûyerê derketin pêş, heger bûyer bi şaşî bû lê encama rageşiya ku di navbera her du aliyan de bilind dibe.

Li gorî hinek agahiyên ku ji hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û Rûsyayê bi tevlêbûna Îsraîlê de di mehên borî de rû dane, hatine bidexistin, her du alî gihaştin rêzelihevkirinan, nexasim girêdayî herêma rojhilat. Jê ya herî girîng meşandina xebatên hevpar ji bo neçarkirina Îranê ku asta hebûna xwe ya leşkerî li herêmê kêm bike.

Rojhilat Sûriyê ji girîngtirîn herêmên ku endamên Îranê û milîsên alîgirên wê tê de belav dibin. Ji ber ku nêzî sînorên Iraqê xwedî girîngiyek jeosiyasî ye. Li gel paşguhkirina Rûsyayê, ev hêzên alîgirên Îranê rastî bombebaranên nediyar tên. Ev jî agahiyên girêdayî hebûna lihevkirinekê di vî warî de di navbera Rûsya û Amerîkayê de piştrast dikin.

Li gorî çavdêran, ne pêkan e ku nakokiya heyî ya di navbera DYA û Rûsyayê de li rojhilatê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê veguhee nakokiyek çekdarî. Ji ber ku her du alî tê gihîştine xeteriyên tevgerên xwe yên li ser vê bingehê.”

ŞERQ EL-EWSAT: HIZBULLAH JI BO DÛRXISTINA NEWAF SELAM JI SEROKATIYA HIKUMETÊ BI ISRAR E

Di kar û barên Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şansê balyozê Lubnanê yê berê yê NY`yê Newaf Selam ji bo serokatiya hikumetê kêm bû. Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian wê duşema bê beriya serokê Fransayê Emmanuel Macron biçe Lubnanê û hişyarî ji tunebûna Lubnanê da heger guhertin çênebûn û hikumeteke bi lez nehate avakirin.”

Li gorî agahiyên ku rojnameyê bi dest xistine Hizbullah navê Newaf Selam red kir û şertên din danîn. Di nav de redkirina hikumeta bêalî. Di demekê de ku Duyên Şîe bi israr in ku Seed Herîrî bibe serokê hikumetê. Lê Seed Herîrî xwest ku navê wî were dûrxistin.”

EL-BEYAN: GEŞBÎNIYEK DI KARÎNA HIKUMETA KAZIMÎ DE JI BO DERBASKIRINA ASTENGIYAN

Di warê Iraqê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Gelek siyasetmedar û çavdêrên Iraqê li hev kir ku rêjeyek baş a geşbîniyê heye ku hikumeta serokwezîr Mistefa Kazimî karibe astengiyên heyî derbas bike. Her wiha diyar kirin ku hikumet hîna di nav zeviya mayînan de dimeşe.”

(şx)