Li rojhilatê gundewarên Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdaniyê

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Keramê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdana çandiniyê yên li nêzî zeviyan bi dirêjahiya 60 km li rojhilatê bajarê Reqayê pêk anî.

Li rojhilatê gundewarên Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdaniyê
Li rojhilatê gundewarên Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdaniyê
Li rojhilatê gundewarên Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdaniyê
Li rojhilatê gundewarên Reqayê projeya paqijkirina kanalên avdaniyê
28 tebax, 2020   08:41
REQA-EHMED ESSAF

Projeya kanalên avdana çandiniyê li gundewarên Reqayê ji bo cotkaran gelek, girîng e bi taybet zeviyên zêde têne avdan. Ev kanal, ava zêde ji nava zeviyan diherikîne çemê Firatê û zeviyan ji ava zêde xilas dike. Ji ber ku mayîna avê di nav zeviyan de asta şûriyê zêde dike û dibe sedema hişbûna axê û zirarê bi hilberînê dike.

Komîteya Çandiniyê ya rojhilatê gundewar, alîkariya cotkaran dike. Ji bo wê projeyeke stratejîk pêşkêş kir. Li gorî wê kanalên çandiniyê yên li nêzî zeviyên çandiniyê bi dirêjahiya 60 km paqij kirin. Ev proje li nav zeviyên El-Zor bi rûbera 16 hezar donim li nêzî çemê Firatê û di nav herêma Keramê de pêk hat.

Rayedaran ji projeyê armanc dikin zeviyan ji şînatiyên bi zirar paqij bikin. Werşeyên taybet ên Komîteya Çandiniyê kanala avdanê Volkana bi dirêjahiya 10 km ji kefiz û heriya ku kom bûne paqş dikin.

Cotkarê bi navê Beşîr El-Salih ê ji herêma Keramê dibêje ev proje ji bo cotkaran gelek girîng e. Ji ber ku asta firehbûna hişkbûnê ya ku li herêmê ji 8 salan ve rû dide, kêm dike. El-Salih diyar kir ku ev tore ji demekê ve bi vî awayî nehatiye paqijkirin. Ji ber ku kombûna şînatiyan di toreyan de hezar û 500 donim nayên çandin.

Çavdêrê projeyê û endamê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Keramê Elî El-Casim diyar kir ku wan li ser giliyên cotkaran dest bi projeyê kir û got: “Me bi rêya 4 bagireyên girêdayî Komîteya Çandiniyê ya Reqayê, toreyên çandinî û kanalên avdanê paqij kirin. Proje berdewam e û tê payîn di mehekê de bidawî bibe.”

(şx)

ANHA