​​​​​​​Projeyên Şaredariya Reqayê yên çaryeka duyemîn a salê

Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya pêkanîna projeyên çaryeka duyemîn a sala 2020'an de dest bi projeyên restorankirina rêyên sereke û yên şaxî kir. Her wiha projeyên ronîkirina gelek taxan didomin.

​​​​​​​Projeyên Şaredariya Reqayê yên çaryeka duyemîn a salê
​​​​​​​Projeyên Şaredariya Reqayê yên çaryeka duyemîn a salê
​​​​​​​Projeyên Şaredariya Reqayê yên çaryeka duyemîn a salê
​​​​​​​Projeyên Şaredariya Reqayê yên çaryeka duyemîn a salê
28 tebax, 2020   07:06
REQA –RUBA EL-ELÎ

Şaredariya Gel a Reqayê ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) projeyên xwe sekinandibûn û giranî dabû xebatên paqijkirin, dezenfektekirin û girtina tedbîrên li dijî vîrusê.

Piştî ku tedbîrên pêwîst hatin girtin û Şaneya Aloziyê hate avakirin ku li ser xebatên dezenfektekirina sazî û kolanan bisekine, şaredariyê xebatên xwe dewam kirin.

PROJEYA RONÎKIRIN KOLANAN

Di plana şaredariya Reqayê de berdewamkirina restorekirina rêyan hebû. Ev proje ji aliyê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatibû pêşniyarkirin. Her wiha projeya ronîkirina kolanên sereke yên bajar di plana îsal a şaredariyê de hebû.

Buroya Ronîkirinê ya Şaredariya Gel a Reqayê beriya mehekê dest bi projeya ronîkirinê kir. Ev proje bi koordîneya Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî 5 qonaxan dest pê kir.

Qonaxa yekemîn ji çerxerêya Agirkujiyê dest pê kir heta kolana Mensura û kolana Seyfudewla bi dawî bû, ku dirêjeya 2 kîlometreyan hate ronîkirin. Di vê qonaxê de 30 stûnên kehrebeyê li rêya giştî hatin bichikirin. Piştre, ev proje li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik bi dirêjeya 1 kilmetrî dewam kir. Hejmara stûana 15 bûn. Di navbera her  stûnekê de 30 metre ye.

Piştre bidawîkirina projeya ronîkirina kolanên taxa Hîşma Bin Ebdulmelik, rojeya ronkirina pira Kevin a li deriyê têketina bajar ê başûr dest pê kir. Di vê projeyê de 45 stûn bi dirêjeya 1 kilometrî hate dayîn. Li pey wê tax û kolanên din; Kolana Wadî, Kolana 23 Sibatê, Kolana Girê Spî, Kolana Mûcemî hatin ronîkirin.

PROEYA RESTOREKIRINA RÊYAN

Piştî bi dawîbûna projeya restornakirin pirsgirêkên kanalîzasyonê, Komîteya Xizmetguzariyê bermahî kir  û dest bi firhekirina rêyan kir.

Di vê çarçoveyê, kolanên sereke û yên şaxê bi kevirên hûr hatin raxistin. Her wiha herêma Kornîş a ku firehiya wê 7 kilomtre ye ji deriyê têketina rojhilatê bejêr heta sûka Hedîd hate restorankirin.

Her wiha restorekirina rêya Hisêwa ya li taxa Diriyê ku firehiya wî 9 kilomtre ye bi dawî bû. Restorekirina taxên din hîna berdewam e.

'PROJEYÊN ME JI BO XIZMETA ŞÊNIYAN IN'

Ji bo ku bêtir ev proje bên naskirin, hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm li ser rêbaza destpêkirina van projeyan axivî û got: “Şaredariyê di sala 2020’an de projeya duyemîn a ziftkirinê li nava bajarê Reqayê dest pê kir û cihên li ser rê xera bûne bi çîmentoyê çêkirin, her wiha hin projeyên ronahiyê li nava bajêr û taxên wê jî  pêk anî. Ev proje wê aramiyê bide bajêr. Proje berî ku bikeve pratîkê bi çend mehan hatibû lêkolînkirin."

Li ser astengiyên ku şaredarî di dema pratîk de dikişîne, Ehmed El-Îbrahîm wiha got: "Ji ber nebaşbûna madeyên xam em zehmetiyan dikişînin, nemaze madeya bitumîn û amso sifir. Heya niha jî çareser nebûye. Lê belê em hewl didin ku di nava sala 2021’êde  karibin fîlteran peyda bikin da ku madeyan xam fîlter bikin ku karibin bi rengekî baş xizmeta bajêr bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XuB79Dh3zms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>