ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2020`AN
27 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê qut kiriye. Di ser de jî Koronavîrûs belav dibe. Rêveberiya Xweser hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike. Gelo çareseriyên ji bo derbaskirina rûdana keraseteke mirovî çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo hêvî kirin ku hêz û partiyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bav, keç û met di refên şoreşê de diyar dikin ku ew ji bo azadiya hemû pêkhateyan tê dikoşin û bang li her kesî kir ku malbata herî mezin refên şoreşê ye û di rêya şoreşê de bibin heval û hogirên hev. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê nivîsgeha siyasî ya Artêşa Şoreşgeran (Ceyş Siwar) Ehmed Sultan ku bi navê "Ebû Erac" tê naskirin got: “Pêşketina bûyeran nîşan dide ku Idlib ber bi "dojehê" ve diçe. Hêzên rejîmê û Rûsya bi şer an bêyî şer dê bigihînin rêya M4.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka PYD’ê ya herêma Cizîrê Ahîn Elî got: "Dewleta Tirk ditirse dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve, alozî û tevlîheviyên Rojhilata Navîn çareser bike. Tirkiye ji hêza Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan ditirse.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Emîna Weysî zarokên xwe li ser hezkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrê wî mezin kir. Emîna ew jina têkoşer ya ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişeke hovane ew kir hedef, bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nîşaneyên avakirina  hevbendiyeke Erebî dixuye ku di nava xwe de nîşaneyên destpêkirina pêvajoyeke siyasî nû dide der. Ev hevbendî xwe dispêre kombûneke di aliyê mirovî de ji hêla Misirê ve, kombûna petrolê ji aliyê Iraqê ve. Pêwistiya van kombûnan bi girêdaneke di navbera herdu welatan de heye. Urdin paytexa koordîneyê bû. Her wiha ev hevbendî nameyên bi fikar ji bo Tirkiyê û Îran e, ku jê re gotin "Projeya Şam a Nû". Gelo ev çi proje ye? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li ser daxwaza şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê ku nasnameyên wan ên malbatî tune ne, Şaredariya Gel ji bo çêkirina peymanên zewacê û jiyana hevbeş nivîsgehek vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya pêkanîna projeyên çaresya sêyemîn a sala 2020'an de dest bi projeyên restorankirina rêyên sereke û yên şaxî kirine da ku zift bike. Her wiha rojeyên ronîkirina gelek taxan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA