​​​​​​​Emîna, zarokên xwe li ser giyanê netewî mezin kir û di oxira azadiyê de şehîd bû

Emîna Weysî zarokên xwe li ser hezkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrê wî mezin kir. Emîna ew jina têkoşer ya ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişeke hovane ew kir hedef, bû.

​​​​​​​Emîna, zarokên xwe li ser giyanê netewî mezin kir û di oxira azadiyê de şehîd bû
​​​​​​​Emîna, zarokên xwe li ser giyanê netewî mezin kir û di oxira azadiyê de şehîd bû
​​​​​​​Emîna, zarokên xwe li ser giyanê netewî mezin kir û di oxira azadiyê de şehîd bû
​​​​​​​Emîna, zarokên xwe li ser giyanê netewî mezin kir û di oxira azadiyê de şehîd bû
28 tebax, 2020   01:18
KOBANÊ – DÎCLE EHMED

23'yê Hezîrana derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov gundê Helincê yê rojhilatê bajarê Kobanê bomebaran kir. Di di êriş de 2 endanên Koordînasyona Kongreya Star  Zehra Berlek, Hebûn Mele Xelîl û kesayeta welatparêz dayika Emîna Weysî ya ku mala wê hatibû bombebarakirin, şehîd bûn.

Dîroka têkoşînê ya şehîd Emîna Weysî mîna dîroka Hebûn û Zehrayê ye ku bi têkoşîna ji bo azadiya jinan û belavkirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan dagirtî  ye.

EMÎNA WEYSΠ 

Emîna Mihemed Weysî (55) ji gundê Helincê yê rojavayê bajarê Kobanê ye. Emîna dayika 6 zarokan e (3 kur û 2 keç). Her wiha zarokên sêwî li mala xwe xwedî kir.

Dayika Emîna di malbateke welatparêz û têkoşer de mezin dibe, ji ber wê zarokên xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah  Ocalan mezin dike. Di hişê zarokên xwe de têkoşîn, hezkirin, rêzgirtina derdorê  diçîne û li pey xwe mîraseyeke dewlemend ji têkoşînê dihêle.

Dema ku hikumeta Sûriyê li Kobanê serwer bû, Dayika Emîna bi dizî bi hejmarek hevalên xwe re di rêxistinkirina jin û civakê de dixebitî. Mehane civîn ji jinên gund re li çêdikir. Deriyê mala xwe ji her kesî re vekir ku bibû mîna derguşa sereke ya çareseriya pirsgirêkên gel û jinên gund.

BERHEMÊN KED Û TÊKOŞÎNA DAYIKA EMÎNA

Endama Koordînasyona Kongreya Star û keça mezin a dayika şehîd Emîna Weysî , Mizgîn Xelîl dibêje: "Têkoşîna min a ji bo azadiya jinan berhemên keda dayika min e. Dayîka min em li ser hezkirina fikirê azadiya jinan û mîraseya niştimanî û hezkirina fikirê rêber Ocalan mezin kirin. Li ser vî esasî û di encama xebateke mezin de sala 2018'an ez di konferansa 8'an a Kongreya Star,  li gel têkoşer Zehra û 3 hevalên din li ser asta herêma Firatê wekî endamên koordînasyona Kongreya Star hatim hilbijartin."

Mizgîn axaftina xwe wiha didomîne "Dayika min piştî ku temanê wê ket 50’î de karê xwe kêm kir, min ev kar temam kir. Dayika min rê li ber min vekir ku vî kar bikin. Ez bi têkoşîna xwe kêfxweş im, ji ber çavkaniya hêz û qeweta min e."

Mizgîn diyar kir  ku di demên dawî de dayika wê, şehîd Hebûn û Zehra bi hev re jinên bajarok û navçeyên rojhilat ên kantonê di nava meclis û komînan bi rêxistin dikirin, pirsgirêkên aborî çareser dikirin û civak ji zewaca zarokan  hişyar dikirin.

KÊLIYÊN BERIYA KOMKUJIYÊ

Mizgîn Xelîl, bi van gotinan kêliyên beriya komkujiyê bi bîr tine: "Saet derdora 19:10'an  bû. Zehra û Hebûn li telefonê dan û gotin ew ji germê pir westiyan e, em ê li mala we hev bibînin. Dema gihaştin mal, dayika min derket pêşwaziya wan kir, westandin li ser rûyê wan xuya bû. Ez jî derketim min silav da wan. Saet 19:30'an derbas bûn ji bo şîvê hazir bikim. Ji nişkê ve dengek xurt hat mal hejand. Min nedizanî çi qewimî, ji ber ku dûman mal tije kir, derketim min cenazeyê wan dît, li hewşê belav bûbûn. Dayika min jî nefesa dawî dikişand."

Mizgîn komkujî şermezar kir û got:"Mala me ne nuqteyeke leşkerî bû. Rûsya berpirsê vê komkujiyê ye ku giyanê têkoşînê û berxwedana jinan kir hedef."

ANHA