​​​​​​​Li bejahiya Dêrazorê de 25 enadmên Tugeya Qudis hatin kuştin

Li bejahiya Dêrazorê, di encama kemîna çeteyên DAIŞ'ê de, 25 endamên Tugeya Qudis a girêdayî hikumeta Sûriyê de hatin kuştin, di nav de fermandarê tugeyê

​​​​​​​Li bejahiya Dêrazorê de 25 enadmên Tugeya Qudis hatin kuştin
27 tebax, 2020   20:40
DÊRAZOR

Çavkaniyên taybet ji ANHA'yê re diyar kirin ku vê êvarê di encama kemînekê de ku çeteyên DAIŞ'ê li bejahiya Meyadîn a Dêrazorê danîbûn de, 25 endamên Tugeya Qudis a girêdayî hikumeta Sûriyê de hatin kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di nav kesên hatin kuştin fermandarê tugeyê Nîzar Xerfan hebû.

ANHA