Li Sûriyê Covid-19: Hejmara miriyan bû 100

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê got, 64 kesên nû bi vîrusa koronayê ketin û 2 jî mirin.

Li Sûriyê Covid-19: Hejmara miriyan bû 100
27 tebax, 2020   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê 64 pêketiyên nû ên şewba korona vîrusê (Covid-19) hatin tomarkirin. Bi vê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 2 hezar û 504.

Her wiha wezaretê diyar kir ku 2 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin, li gorî daneyên wezaretê hejmara miriyan bû 100.