Parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da

Buroya Hiqûqê ya Gel, daxuyand ku Parêzer Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest daye.

Parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
27 tebax, 2020   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku Parêzer Ebrû Tîmtîk a girtî ku li Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê tê ragirtin jiyana xwe ji dest day.

Buroyê di parvekirina xwe de got: "Parêzera buroya me Ebrû Tîmtîk ku 238 roj an ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de bû şehîd ket! Em bang li hemû hevpîşeyên xwe û gelê xwe dikin ku bên Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê!"