Aloziya qutkirina ava kantona Hesekê li meclisa Tirkiyê ye

Parlementera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca di derbarê qutkirina avê li ser kantona Hesekê, pêşniyaznameyek da meclisa Tirkiyê.

Aloziya qutkirina ava kantona Hesekê li meclisa Tirkiyê ye
27 tebax, 2020   18:37
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

Pêşniyazname wiha ye;

“ JI BO WEZARETA MECLISA MEZIN A NETEWÎ YA TIRIYÊ

Ez dixwazim ev pirsên min ên li jêr, ji aliyê alîkarê serokkomar Fuat Oktay ve li gorî madeya 98’an a Mekezagonê û madeyên 96, 99’ên  rêznameya hundirin a Meclisa Mezin a Tirkiyê ya Netewî (TBMM) bi awayekî nivîskî bersiv bê dayîn.

Feleknas UCA

Perlementera Batmanê

Hikumeta Tirkiyê ava vexwarinê ya ku diçe bajarê Hesekê yê girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kiriye, di dema pandemiyê de nahêle ku nêzî milyonek mirov bigihin ava vexwarinê. Pêwîstiya avê ya Hesekê ji sala 2001’ê ve ji ava Xabûrê peyda dibû.Lê, piştî ku ava Xabûrê ziwa bû, di navbera salên 2001-2002’an de rejîma Sûriyê 30 bîr li gundê Elok ê di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de koland û av di depoyekî de kom kir. Bi vî awayî pêwîstiya avê ya Hesekê peyda kir. Piştî wê, Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê Serêkaniyê dagir kirin, Istasyona Avê ya Elokê ku li herêma nêzî sînor e, kete dest. Û ava ji vir ku diçû Hesekê û giringiyek jiyanî hildigre hat qutkirin. Piştî demekê, hevdîtin di navbera Rûsya û dewleta Tirk de çêbûn. Li gorî lihevkirinên di hevdîtinan de, li beramberî ku Rêveberiya Xweser 20 mega amper kehrebe bide Istasyona Avê ya Elokê, dê av were berdan. Rêveberiya Xweser niha 15 mg amper kehrebe ji xeta Mebrûka û 5’an jî ji xeta Dirbêsiyê dide. Lê dewleta Tirk a li gorî lihevkirinê tev nagere, careke din av qut kir. Piştî ku careke din av hat qutkirin, 22’ê Tebaxê de xebatkarên girêdayî rejîma Sûriyê yên Stasyona Avê ya Elokê, ji Hesekê çûn herêmê. Lê belê xebatkar ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve ji Stasyonê hat dûrxistin. Xebatkaran diyar kirin ku fermandarekî Tirk ê li herêmê ji wan re gotiye “Heta ferman ji Enqereyê neyê em avê bernadin, divê ferman ji Enqereyê were. Niha ji vir herin”. Xebatkarên ku 26’ê Tebaxê dîsa çûne herêmê, carek din ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine qewitandin. Li aliyek din 8 pompeyên Stasyona Avê ya Elokê hene. Ji bo av bigehe Hesekê divê her 8 pompe jî avê bişînin. Lê tenê pompeyek avê dişîne, ji ber ava ku dînemo dişîne nagihe Hesekê, heta niha av nagihe milyonek mirov. Herêmên ku ji qutkirina ava Stasyona Elokê bandor bûne; milyonek û 200 hezar kesên li bajarê Hesekê, navçe, bajarok û gundên wê, 5 hezar malbatên li Til Temir û 200 gundên wê, 100 hezar kesên li kampên Waşûkanî, Erîşa, Hol dijî, ne.

Bi vê ve girêdayî;

1-            Sedem çiye ku avê nayê dayîna Hesekê? Li hemberî pandemiyek ku li cîhanê bi milyonan mirovan bandor dike, izihatek ku milyonek kes li hemberî vê nexweşiyê pê parastin hiştin, heye?

2-            Ji 8 pompeyên Istasyona Avê ya Elokê yek tenê xibitandin, bi vê çi tê armanckirin? Sedema bikaranîna rêbaza ku bi zanebûn avê nagihîne mirovan çiye? Sedemê bi milyonan mirov xistina xeteriyê çiye?

3-            Agahiya ku, leşkerên Tirk li rexma lihevkirinê, avê qut dikin û xebatkarên stasyonê diqewitînin raste? Fermana qutkirina avê ji Enqereyê tê dayîn? Eger fermanek wiha tune ye, kesên ku van tiştan dibêjin dê di derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin?

4-            Dê tu pêngavên ku careke din gelê Hesekê  bigihîne mafê wan ê bingehîn yanî  avê, were avêtin? Eger xebatek wiha hebe, di çi qonaxê de ye?”