Zanîngeha Kobanê sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî kir

Tevî astengî û zehmetiyan ji Zanîngeha Kobanê sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî kir û piştrast kir ku dê dema sala xwendinê ya 2020-2021’an li gorî mercan bê diyarkirin. 

Zanîngeha Kobanê sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî kir
27 tebax, 2020   06:17
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Zanîngeha Kobanê sala xwendinê bi dawî kir. Îsal ji ber belavbûna şewba Koronayê li cîhanê û li herêmê, Zanîngeha Kobanê deriyên xwe li pêşiya xwendekaran girtibû.

Di wê demê, zanîngehê ji bo perwerdekirina xwendekaran cara yekê sîstema online bi kar anî û bi rêya weşana zindî li ser malperên tevna civakî, wane ji xwendekaran re dihatin dayîn.

Lê belê vê sîstema nû gelek astengî ji xwendekaran re derxistin, ji ber ku yek ji rêbazên xwendinê yên nû ye li cîhanê û pêdiviya wê bi teknolojiyeke pêşketî heye, ku ev yek li Kobanê peyda nabe.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BANDOR LI PERWERDEYÊ KIR

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê Egîd Nasiro ji ANHA`yê re wiha got: "Îsal gelek astengî di çalakiya perwerdeyê de derketin. Ya sereke êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, ku hişt sala xwendinê ya zanîngehê bê derengxistin. Her wiha ji ber belavbûna Koronavîrusê em neçar man ku zanîngehê bigirin û sîstema online bi kar bînin. Lê ji ber lawazbûna înternetê û qutbûna domdar a elektrîkê, me gelek zehmetî di vê sîstemê de kişandin."

Egîd Nasiro wiha domdand: "Me sîstema online bi kar anî. Ev sîstem ji bo xwendekaran tecrûbeyeke nû bû. Xwendekar bi rêya wê yekê fêrî bikaranîna rêbazên teknolojiya nû bûn û tevî hemû astengiyan jî perwerdeya xwe dewam kirin."

Xwendekara Beşa Biyolojiyayê Yasmîn Muslim wiha got: "Îsal ji salên berê yên xwendinê cuda bû. Ji ber ku dijmin gelek êriş pêk anî û vê yekê bandor li çalakiya perwerdeyê kir. Em ji ber belavbûna Koronavîrusê ji zanîngehê qut bûn, ji ber wê piraniya waneyên em bi rêya online bû. Lê tevî vê yekê jî me astengî derbas kirin û perwerdeya xwe berdewam kir."

Di zanîngeha Kobanê de beşên wêjeya Kurdî, zanyarî, bîrkarî, fîzya, kîmya, biyolojî û peymangeha tenduristiyê hene.

Di rojên dawî de, rêveberiya zanîngehê ezmûnên dawî pêk anîn. Ezmûnên xwendekaran di 25`ê Tebaxê de bi dawî bûn. Xwendekar li benda mufadeleya sala xwendinê ya nû ne, ku tê payîn di çend rojên bê de derkeve.

Rêveberiya zanîngehê piştrast kir ku dema destpêkirina sala nû ya xwendinê 2020-2021 ne di 1`ê Cotmeha 2020`an de lê belê dê li gorî mercan bê diyarkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kBNclcG7qv0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>