​​​​​​​Piştî qezeyê rayedarên Amerîka û Rûsya bi rêya telefonê axivîn

Piştî qezaya trafîkê ku di encamê de gelek leşkerên Amerîkayê birîndar bûn, serokê Desteya Erkan a hevbeş a Hêzên Çekdar a Amerîkayê General Mark Milley bi rêya telefonê bi serokê Desteya Erkan a Rûsyayê  General Valery Gerasimov re axivî. 

​​​​​​​Piştî qezeyê rayedarên Amerîka û Rûsya bi rêya telefonê axivîn
26 tebax, 2020   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Desteya Erkan a hevbeş a Amerîkayê Didî Halfield bi bîr xist ku her du generalan li hev kiriye ku navaroka telefonê eşkere nekin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, ev telefon piştî birîdabûna gelek leşkerên Amerîkayê di encama qezeyeke ku bi hêzên Rûsyayê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat.

Li gorî Reuters, du rayedarên Amerîkayê gotin di encama qezeyê de hinek leşkerên DYA`yê birîndar bûne. Her wiha diyar kirin ku ev yek ne di encama guleberandinê de bû, di encama qezeyeke trafîkê de bû.

(şx)