ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2020`AN
26 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmên Sûriyê yên dagirkirî dewam dikin. Gelek şênî ji ber tirsa li ser jiyana xwe, neçar dibin ku dev ji nasnameya xwe ya netewî berdin. Hinekên din neçar dibin ku mal û milkên xwe bifiroşin çeteyan û ji warê xwe koç bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mihemed Mehmûd Hisên diyar kir ku pêngava piştgiriya Heftenînê dewam dike. Her wiha bang li ciwanên herêmê yên ji hemû pêkhateyan kir ku tev li pêngavê bibin û her derê veguherînin Heftenînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li gorî dîmenên ku ji fezayê hatine kişandin, diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker girê Durîmiyê yê kevnar ku li bakur rojavayê bajarê Efrînê ye dikolin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevî astengî û zehmetiyan, Zanîngeha Kobanê sala xwendinê ya 2019-2020 bi dawî kir û piştrast kir ku dê dema sala xwendinê ya nû 2020-2021 li gorî mercan bê diyarkirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Di demekê ku hêzên hikumeta Sûriyê li derdora herêma Idlibê hêzên xwe xurt dikin, rêzebûyerên hedefgirtina dewriyeyên Rûsya-Tirkiyê bderdewam dikin. Çavdêr hişyariya lîstokên Tirkiye yên nû didin û piştrast dikin ku dê Moskowa bi rêya operasyoneke leşkerî ku tê de rêya M4`ê bi temamî kontrol bike, bersîva wan bûyeran bide.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Ev demeke dirêj e nîqaş û guftûgoyên yekrêziya navmala kurdan di nav partî û rêxistinên kurdan de tê kirin û rojeva sereke ye. Ev guftûgo, di asta muzakereyan de berdewam dikin helwesta partî û rêxistinan dê aqûbeta vê muzakereyê diyar bike ji bo ew bi “yekitiyekê” tacîdar bibe. 

POLÎTÎKA

-Serokê Meclisa Qebîleya Cebûr bûyerên kuştinê yên ku li herêma Dêrazorê rû dane û armancên wê eşkere kir û got: “Em bang li êlên Ereb kir ku ji fîtneyê baldar bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê, ji bo amadekirina kadroyên perwerdeyê û dabînkirina pêdîviyên wan dixebite. Ji bilî vê yekê di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastinê ji Koronavîrusê de hewl dide du dibistanan veke da ku xwendekaran dabeş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA