​​​​​​​Serokê qebîleya Cebûr armancên bûyerên hedefgirtinê eşkere kir

Serokê Meclisa Qebîleya Cebûr bûyerên kuştinê yên ku li herêma Dêrazorê rû dane û armancên wê eşkere kir û got: “Em bang li êlên Ereb kir ku ji fîtneyê baldar bin.”

​​​​​​​Serokê qebîleya Cebûr armancên bûyerên hedefgirtinê eşkere kir
27 tebax, 2020   00:16
HESEKÊ- COZA ÎBRAHÎM

Ji derdora mehekê ve û li herêmên Dêrazorê gelek bûyerên qetilkirinê li dijî rûspiyên qebîle û êlên herêmê rû dan herî dawî bûyera qetilkirina şêx qebîleya Igêdar Mitşer El-Hefel.

Gelek aliyên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, xwestin bûyerên qetilkirinê bi kar bînin da ku fîtneyê di navbera gelê herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk de derxin. Lê ew hewldan hemû têk çû. Lewre rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku ew bi QSD`ê re ne.

Li gorî mikurhatinên endamên şaneyên ku hatine girtin, gelek şane û rêxistinên girêdayî hikumeta Sûriyê û hinek girêdayî artêşa Tirk a dagirker wan bûyerên qetilkirinê pêk anîne.

ARMANCA BÛYERÊN QETILKIRINÊ TÊKBIRINA HERÊMÊ YE

Serokê Meclisa Qebîleya Cebûr a Sûriyê û berdevkê qebîleyê yê bajarê Hesekê Fewaz El-Zewba ji ANHA`yê re axivî û got: “Armanca fîtne û bûyerên qetilkirinê yên ku li Dêrazorê di rojên derbasbûyî de rû dane, têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Ev bûyer û derxistina fîtneyê li herêmê ne nû ne.”

Mîna ku Zewba îşaretpê kir, ev bûyer bi zanabûn û ji bo pêkanîna ajandeyên derve li herêmê pêk hatin û wiha domand: “Destên hikumeta Sûriyê di derxistina van fîtneyan de hene.”

Zewba wiha lê zêde kir: "Hikumeta Sûriyê îtirafê bi eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake. Lê di dema niha de, li şûna ku piştgiriya projeya netewa demokratîk a Rêveberiya Xweser re bike hewl dide ku aramiya herêmê têk bibe. Bi saya tevlêbûna ciwanên me ji refên QSD`ê re, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îstiqrar bûn."

‘DIVÊ EM HIŞYAR BIN’

Serokê Meclisa Qebîleya Cebûr destnîşan kir ku Sûriye ya hemû gelên Sûriyê ye û got: "Em banga parçebûnê nakin. Tenê em mafên xwe li herêmên xwe dixwazin. Herî zêde gelên herêmên Rêveberiya Xweser ji ber terora çeteyan û dewleta Tirk azar kişand û ji bo têkoşîna li dijî terorê ciwanên xwe feda kir."

Zewba xwest ku şêniyên herêmê hişyar bin û bi fitneyê bandor nebin, da ku pirsgirêk mezintir nebe û ji bin kontrolê dernekeve.

‘DIVÊ EŞÎR RÊ LI FITNEYÊ BIGIRIN’

Fewaz Zewba destnîşan kir ku divê eşîrên herêmê di vê qonaxê de pêkhateyên qebîleyan hişyar bikin û rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş mayinde bikin. Zewba wiha got: "Em naxwazin wekî Iraqê, fitne bikeve nava şêniyên herêmê jî. Îro em parçeyekî Rêveberiya Xweser. Ji lewra divê em piştgiriyia wê bikin û ji fitneyê biparêzin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T-1ZrVwKNMg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>