Falih Feyaz peyama Kazimî gihand Beşer Esed

Serokê Desteya Heşd Şebî ya Iraqê Falih Feyaz peyama serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihand Beşer Esed. Serokê Sûriyeyê Beşer Esed û Falih Feyaz derbarê peywendiyên her du welatan de guftûgo kirin.

Falih Feyaz peyama Kazimî gihand Beşer Esed
26 tebax, 2020   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Heşd Şebî ya Iraqê Falih Feyaz çû payexta Sûriyê Şamê û li gel Serokê Sûriyê Beşer Esed civiya. Falih Feyaz peyama Kazimî gihand Esed, lê heta niha navaroka peymanê zelal nebûye.

Ev peyama Kazimî ya ji bo Esed, piştî lûtkeya sêalî ya aborî û ewlehiyê ya di Misir, Iraq û Urdinê de ya li Ummanê pêk hat, tê.

Li gorî ajansa SANA`yê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve, peyam derbarê xurtkirina koordîneya dualî ya di navber her du welatan de  di warên cuda yên siyasî û ewlehî, têkoşîna li dijî terorê û bihêzkirina ewlehiya sînorê di navbera herdu welatan de ye.