​​​​​​​Fransa dewleta Tirk şiyar kir: Rojhilatê Deryayê Spê `ne lîstikgeha timayan e’

Fransa îro Tirkiyê hişyar kir ku ne pêkane rojhlatê Deryayê Spî bibe lîstikgeha timayên niştîmanî.

​​​​​​​Fransa dewleta Tirk şiyar kir: Rojhilatê Deryayê Spê `ne lîstikgeha timayan e’
26 tebax, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra artêşa Fransayê Florence Parly li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Divê rojhilatê Deryayê Spî nebe, lîstikgeha timayên hinek aliyan di demekê de ku Paris, Roma, Athêna û Nîkosiya dê dahênanê leşkerî ji çarşemê heta înê li vê herêmê bidin destpêkirin.”

Florence Parly wiha domand: “Rojhilatê Deryayê Spî vediguhere qadek nakok, divê rêzgirtina ji qanûna navdewletî re, bibe esas ne istisna. Heta ev herêmê aram bibe, diyalog, hevkarî û diplomasî pêwîst e.”

Florence Parly îşaretpê kir ku Fransa dê bi rêya sê balafiran ji cureyên Rafal, keştiya cengê û hîlokopeterê tev li dahênanên hevbeş bibe.

Mijara vedîtina zeviyên mezin ên gazê li rojhilatê Deryayê Spî di çend salên borî de, nakokiyek mezin di navbera Enqere û Athênayê de derxist.

Dewleta Tirk ji 10`ê Tebaxê ve keştiya şopandina erdhejan Eruç Reys tevî hêza deryayî şand herêmê. Yewnanistanê ji vê tevgera Tirkiyê aciz bû û keştiyên xwe yên şer li herêmê belav kirin.

(şx)