Dezgehên çapameniyê: Hejmareke leşkerên Amerîkî di qezayeke trafîkê de birîndar bûn

Îro çavkaniyan ragihandin ku hejmareke leşkerên Amerîkî di qezayeke trafîkê ya bi hêzên Rûsyayê re li bakur rojhilatê Sûriyê, birîndar bûne.

Dezgehên çapameniyê: Hejmareke leşkerên Amerîkî di qezayeke trafîkê de birîndar bûn
26 tebax, 2020   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li gorî du berpirsên Amerîkî ragihand ku hejmareke kêm a leşkerên wan birîndar bûne. Her wiha daxuyandin birîndarî ne ji ber şer lê belê ji ber qezayeke trafîkê çêbûne.

Berpirsekî din ragihand ku qeza destpêka vê hefteyê li bakur rojhilatê Sûriyê, pêk hatiye û birînên leşkeran sivik in.

Girêdayî mijarê, Pentagonê tu agahî nedane ajansa Reutersê. Aliyê Rûsî jî ta niha daxuyaniyeke fermî li ser bûyerê parve nekiriye.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qk3NHdAJcYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>