Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin

Meclisa Navçeya Şêrawa îro meşek bi dirûşma `Bi şerê gelê şoreşger û bi lehengiya gêrîla em ê dagirker û xiyanetê têk bibin` ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) orgenîze kir.

Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
Şêniyên Şêrawa berxwedana Heftenînê silav kirin
26 tebax, 2020   16:53
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kom bûn û pankartên bi nivîsên `Na ji hovîtiya dewleta Tirk re`, `Bijî berxwedana Heftenînê`, `Tirkiyê axa me dagir dike, zarokên me dikuje û Rûsya bê deng in`, `Serkeftina berxwedana Heftenînê serkeftina gelan e`, `Bi şerê gelê şoreşger û bi lehengiya gêrîla em ê dagirker û xiyanetê têk bibin` û wêneyên şehîdên komkujiyên Til Rifat û Aqîbê û wêneyên rêber Abdulla Ocalan hil dan. Her wiha sloganên silavkirina berxwedana HPG`ê li Heftenînê û berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê berz kirin.

Meş ber bi Kampa Veger a li ber deriyê têketina gund e ve destpê kir. Meş li kampê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Navçeya Şêrawa Ehmed Silêman axivî û got: “Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve artêşa Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl dide çirûska şoreşê vemirîne. Ji bo wê jî bi rêya çete û artêşa xwe êrişî herêmên Kurdan dike û şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne.”

Silêman destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, niha jî bi armanca vegerandina serdema imperatoriya Osmanî, hewl dide herêma Heftenîn û gelek herêmên din dagir bike.

Silêman di dawiyê de bal kişand ser siyasetên dijminahî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.

Endama Meclisa Kampa Veger Leyla Ednan axivî û pêwîstiya yekitiya gelê Kurd li hemberî planên dewleta Tirk a ku hewl dide, bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bike, piştrast kir.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst bi dawî bû.

(şx)

ANHA