​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'

Çalakvanên sivîl û hiqûqnas gotin: "Tirkiyê ji bo lawazkirina civakê û dûrxistina ciwanan ji doza wan, siyaseta sîxurkirina ciwanan dimeşîne."

​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
​​​​​​​'Tirkiyê ji bo ku ciwanan ji doza sereke dûr bixe siyasetên sîxurkirinê dimeşîne'
26 tebax, 2020   03:23
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX- MEDYA HENAN

Hêzên ewlekariyên ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê dawiyê bi dehan kes ku têkiliya wan bi dagirkeriya Tirk heye, girt. Di lêpirsînan de hate eşkerekirin ku Tirkiyê wan kesan wekî sîxur ji bo pêkanîna ajandeyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Têkildarî mijarê, endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Wehîde Xelîl wiha got: "Ciwan stûna civakê ne. Êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî ciwanan bi armanca lawazkirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Êdî haya civakê ji siyaseta şerê taybet a hêzên hegemon heye. Ev têgihîştina gel li xweşiya dewleta Tirk a dagirker naçe, ji ber wê yekê bi hemû rêbazan hewl dide ku fitneyê di nava gel de belav bike."

'YEK JI ARMANCAN LAWAZKIRINA CIVAKÊ YE'

Wehîde Xelîl têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker got: "Destpêkê dixwaze ruhê netewî yê civavkê tune bike û ciwanan ji doza welat û têkoşîna li dijî dagirkeran dûr bixe. Ji lewra dagirker hemû rêbazan ji bo lawazkirina civakê bi kar tîne. Ji aliyekî ve li herêmên dagirkirî bûyerên revandin û kuştinê pêk tîne, li aliyê din jî ciwanan wekî sîxur bi kar tîne."

Wehîde di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre fikrê Rêber Abdullah Ocala û got: "Deweta Tirk dixwazin bi rêya sîxurkirina ciwanên Efrîn, Kobanê û herêmên din ên kurdî, vê rewşê bi dawî bike û ji aliyekî ve mêjiyê ciwanan dişo û hewl dide wan bike sîxur, ji aliyekî din ve jî li dijî ciwanên herêmên dagirkirî siyasetên hovane dimeşîne. Divê civak li hemberî van siyasetan hişyar be."

GELEK ARMANCÊN SIYASETA SÎXURKIRINÊ HENE

Çalakvanê hiqûqî û endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cebraîl Mistefa jî destnîşan kir ku piştî dagirkirina herêma Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê karên terorî pêk tîne. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji xepandina ciwanan û siyaseta sîxurkirinê gelek armancan dike.

Mistefa wiha berdewam kir: "Em dibînin ku  bi taybetî ciwanên ji Efrînê û Kobanê tên hedefgirtin. Ji ber ku her kes dizane ku destpêka têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê bû. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi van siyasetan hewl dide ku vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne."

Her wiha destnîşan kir ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê demkî ye, ji lewra şaneyên razayî li herêmê bi kar tîne da ku fitneyê bixin nava gelê Kurd.

Mistefa di dewama axaftina xwe de wiha da zanîn: "Erdogan bawer dikir ku dê di 4 rojan de Efrînê bistîne, lê belê ew rastî berxwedaneke 58 rojan hat. Ev berxwedan bi serkêşiya ciwanan bû.  Dê hemû planên Tirkiyê vala derkevin û bandorê li wê bi xwe bikin."

Mistefa diyar kir ku divê her kes hişyar be û bang li şêniyên Efrînê yên li Efrînê mane û şêniyên herêmên din ên dagirkirî kir ku bi pey van siyasetan nekevin. Her wiha destnîşan kir ku dê dîrok kesên îxanet bi welatê xwe re kirine û hevakariya dijmin kirine, efû neke. Mistefa Cebraîl rêxistinên navnetewî ji kiryarên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî berpirsyar nîşan da.

'DIVÊ CIVAK HIŞYAR BE'

Di heman der barê de, hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Şehbayê Mihemed El-Weys destnîşan kir ku dijmin ji bo pêkanîna armancên xwe hemû rêbazan bi kar tîne.

El-Weys wiha got: "Ev qonax nazik e. Divê mirov dûrî nasname û dîroka xwe nekeve û xizmeta dijmin neke. Divê civak û bi taybetî jin û ciwan hişyar bin. Ciwan bi hemû şêwazên şerê taybet tên hedefkirin, da ku dûrî nasnameya xwe ya civakî bikevin."

El-Weys wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê haya ciwanan ji tevgera dijmin hebe da ku bi rêbazên rast bersiva wê bidin. Divê her kes bizane ku dewleta Tirk xwedî çandeke tenê ye. Di destûrê Tirkiyê de tê gotin me bi konekî dest pê kir û bi împeratoriyekê bi dawî bû. Ji ber ku ew xwedî zihniyeteke leşkerî ne û gelê Sûriyê teşwîqî kuştinê dikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mPD8RvxHwfY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>