Hemdan El-Ebid: Bi hişyarbûna pêkhateyên herêmê hewldanên derxistina fîtneyê têk çûn

Hemdan El-Ebid got, bi baldarbûn û hevgirtina şêniyên herêmê hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û planên li dijî ewlehiya herêmê têk çûn.

Hemdan El-Ebid: Bi hişyarbûna pêkhateyên herêmê hewldanên derxistina fîtneyê têk çûn
26 tebax, 2020   04:09
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Têkildarî armancên hinek aliyên ku şaneyên xwe li herêmê bi kar tînin û sedemên têkçûna hewldan û planên wan aliyan, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA`yê re axivî.

El-Ebid di destpêkê de bal kişand ser ku piştî Hêzên Sûriya Demokratîk komên çete li herêmên têk birin û ewlehî li herêmê pêk anî, hinek dewlet û aliyên ku desteka terorê dikin ji vê yekê nerazî bûn ji ber ku şaneyên xwe li herêmê bikar anîn da ku bejewendiyên xwe pêk bînin.

El-Ebid diyar kir ku hin alî çi yên hundir an jî derve, hewl da fîtneyê di navbera pêkhate an eşîreyên herêmê de derbixin. Ruxmî dorpêçê herêmên Rêveberiya Xweser herêmên Sûriyê yên herî ewle yên Sûriyê ne û lê tevahiya xebatan ji şêniyan re pêşkêş dike.

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku bi saya hevgirtin û zanabûna şênî û rûspiyên herêmê planên li dijî ewlehiya herêmê û derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyan de têk çûn.

El-Ebid di nav gotinên xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê dûrî şer û tevliheviyê pejirandiye û piştgiriya çareserî û diyaloga sûrî-sûrî ji bo xurtkirina yekitiya Sûriyê, dike.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber peyamek da kesayetên li derve yên ku îdia dikin ku êlên herêmê ne û got: “Heke hûn nûnertiya êlan dikin, divê hûn di nav wan de bin û daxwazên wan bînin cih. Dema DAIŞ û komên terorîst herêmê kontrol kir hûn li ku derê bûn?”

Di berdewama hevpeyvînê de Hemdan El-Ebid bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji planên aliyên ku dixwazin projeyên xwe li ser hesabê xwîna ciwanên herêmê pêk bînin, baldar bin.

El-Ebid da zanîn ku bi deh hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji terorê û ji bo ku yekitiya herêmê biparêzin, canê xwe feda kir û got: “Ev fedekarî beşek ji projeya Rêveberiya Xweser a ku hewl dide çareseriyek siyasî giştî li ser bingeha wekheviyê pêk bîne.”

Derbarê civîna dawîn ku hikumeta Sûriyê li bajarê Mesken li rojhilatê Helebê li dar xistî de El-Ebid got: “Rejîm dixwaze bi hinek şêx û rûsiyên êlên herêmê re bicive, ewlehiya herêmê xirab bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

El-Ebid destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê pêwîst e û bang li tevahiya êlan kir ku li hember fîtneya li ber xwe bidin û pirsî: “Gelo çima heta niha tu daxuyanî ji bo şermezarkirina sûcên li herêmên têne kirin û qutkirina avê li ser şêniyan nehatine dayîn?"

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bg9EfOPspKI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>