Li Başûrê Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome

Partiya serwer a li Başûrê Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kir. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire."

Li Başûrê Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome
26 tebax, 2020   02:23
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Desthilata  Başûrê Kurdistanê di çend hefteyên borî de anku bi belavbûna xwepêşandanên li dijî gengelî û destwerdana dewleta Tirk a dagirker re, fişarên xwe li dijî rojnamegeran zêde kirin.

Li gorî çavdêr û şopîneran, desthilata Başûrê Kurdistanê hewl dide ku rojnameger û gel di rewşeke "ne bibînin, ne biaxivin û ne jî bibihîsin" bihêle. Ji ber van siyasetan xwepêşandan û serhildanên gel rabûn ku banga azadî û demokratiyê û hilweşîna partiya desthilat dike.

Di 19’ê vê mehê de, şêniyên Zaxo li dijî derbasbûna erebeyên dewleta Tirk ji xaka wan re xwepêşandek li dar xist. Ev xwepêşandan ji hêla çapemeniyê ve jî hate şopandin. Ji wê rojê û heta îro desthilatên başûr hemeleyên girtinê li dijî her kesê/a ku li ser xwepêşandan biaxive dest pê kiriye û kanalên televîzyonê girtin, ji wan kanala NRT e.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran bi daxuyaniyekê navên 33 rojnameger û çalakvanên ku hatine girtin, eşkere kirin. Lê hinên din jî hene hê navên wan nehatine belgekirin. Desthilat, siyaseta tirsê li her kesê/a nêzî dosyayên gendelî û siyasî bibin, pêk tînin.

Li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hemleyên girtina rojnameger û çalakvanan pêk hat. Herêm ji tevahî aliyan de di rewşeke aloz de ye.

Hejmareke rojnamvan ên ku ji aliyê desthilata Başûrê Kurdistanê ve hatibûn girtin û bi kefalet hatin berdan ji ANHA'yê re diyar kirin ku desthilata Başûrê Kurdistanê hîna jî astengî û tirsandin li dijî wan dimeşîne. Di nav de rojnameger û nûçegihanê  kanala "Gelî Kurdistanê" yê li Dihokê Karwan Sadiq e.

'WELAT PARÇE KIR, HIKUMET TUNE YE'

Rojnameger Karwan Sadiq li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê got: "Hikumetên li başûr ne hevgirtî ye. Du hikumet hene ku welat kir du parçe. Herêma kesk û herêma zer. Divêyabû hikumet û parlamentoyek hebûya ku welat bi rêbazeke şaristanî bi rê ve bibira. Lê di pratîkê de tu hikumet tune ye. Tenê partî hene tev digerin. Ev rewş bi giştî bandorê li çapemeniyê dike."

Sadiq wiha domand: "Li herêma Kesk komek ji sazî û dezgehên çapemeniyê hene û derfet li pêş wan vekiriye û kêm caran rojnameger tên girtin. Lê li herêma zer rewşa bi temamî cuda ye."

'AXAFTINA LI SER ÇEWTÎ Û SIYASETÊ QEDEXE YE'

Karwan Sadiq wiha axivî: "Dixwazim hinekî li ser rewşa Dihokê ya ku ji nêz ve dişopînim biaxivim. Rojnamegerên li vê herêmê dabeşî du beşan bûne, jê rojnamegerên girêdayî desthilatê ne û xizmeta siyasetên wê dike. Beşa dîtir jî rastiya veşartî ya di aliyên siyasî, aborî, civakî û tevliheviyê de eşkere dikin. Ji ber ku rastiyan eşkere dikin, desthilat wan wekî astengiyekê li pêş xwe dibîne, bi wê re jî hewl dide dengên wan bi rêya sûcên li dijî mafên wan, binixumîne."

Sadiq li ser azadiya çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê axivî û wiha pê de çû: "Azadiya çapemeniyê di bin sifrê re ye. Ji ber hin rojnameger hewl didin hin dosyayên bigirêk û cihêreng vekin, desthilat fişaran li wan dike. Li ser axaftina hin mijaran rojnameger nayên qedexekirin, lê belê şert e ku nêzî çewtî û şaşiyên hikumetê nebin an jî aliyên siyasî û rêvebertiyê eşkere nekin."

'BINKETINA HIKUMETÊ HIŞT KU FIŞARAN LI ROJNAMEGERAN BIKE'

Der barê sedemên zêdekirina desthilatan a fişarkirina li ser rojnamegeran de Sadiq wiha got: "Di dema dawîn de binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêdetir bûne. Ji ber hikumet rewşên siyasî, aborî, civakî, tenduristî û ewlehî ber bi rewşeke aloz û krêzî ve bir û tu çareserî jê re nedîtine. Ji lew re dema çapemenî berteka gel dişopîne, aliyên desthilat fişaran li ser rojnamegeran zêdetir dikin."

 Sadiq destnîşan kir ku tu sazî li hember van fişar û binpêkirinan nesekine, her du partî destwerdanê li her mijarekê dikin û makanîzmeya xebatê ya tevahî aliyan dişopîne.

'LI DIHOKÊ REWŞ PIR KRÊT E'

Rojnameger Karwan Sadiq di axaftina li ser rewşa Dihokê de ku ew ji nêz ve dişopîne da zanîn: "Ji ber ez li Dihokê dijîm û rewşê ji nêz ve dişopînim, dikarim hin xalan bînim ziman. Rewşên siyasî, aborî, rêveberî û tenduristî li Dihokê pir krêt e. Gel vê yekê tehemûl nake û derdikeve xwepêşandanan. Hikumet ji ber kêmasiyan azaran dikişîne, lê tu planeke wê ya rêveberinê tune ye. Hin rojnameger hene dengê gel digihînin aliyên pêwendîdar û xebata xwe ya pîşeyê di eşkerekirina rastiyan de didomînin. Bi wê re jî metirsiya partiya desthilat ji firehbûna xwepêşandan, serhildanên gel û windakiirna desthilatiya xwe, heye."

'NIKARIN ÇAPEMENIYA AZADÊ BÊDENG BIKIN'

Ji aliyekî din ve jî, koordînatorê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran a li Dihokê Ayhan Seîd ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku pişît xwepêşandanên li Zaxoyê bi sedan rojnameger û çalakvan hatin girtin. Ji ber ku dengê azadiyê bûn.

Seîd da zanîn ku gel li dijî bêdengkirina deng azad û biryara serdegirtina malan û girtina bi dehan rojnameger, çalakvan, mamoste, nivîskar û sivîlan dest bi xwepêşandanên girseyî li herêma Behdîna-Dihokê kirin.

Seîd eşkere kir ku ew kiryar dide nîşandan ku desthilat hewl dide dengê azad li Behdînanê bisekinîne û wiha pê de çû: " Nikarin dengê azad bisekinînin. Ji lew re ew bi van kiryaran rûyên xwe reş dikin. Ji ber rojnameger, çalakvan û demokrat banga pêkanîna azadî û demokratiyê li welat dikin.

'EV KIRYAR ÊN HIKUMETA DÎKTATOR E'

Ayhan Seîd di dewama axaftina xwe de girtinên rojnameger û demokratan ên bi rêyên derqanûnê ji hêla partiya hakim a li Dihokê ve xwepêşandanan li dar dixin û şermezar kir û banga serbestberdana tevahî girtiyan kir Ayhan got: "Kiryarên bi vî rengî ne yên hikumeteke demokratîk, lê belê hikumeteke dîktator wan kiryaran dikin."

Koordînatorê Navenda Metro Ayhan Seîd wiha bi dawî kir: "Em ê bixebitin da ku rapor û dosyayên girêdayî girtiyan bighînin aliyên pêwendîdar ên hikumetê û nûnerên ji herêmê yên li Iraq û rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku werin berdan."

(fr)

ANHA