YBŞ’ê têkildarî tevgera balafirên Tirkiyê daxuyaniyek da

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî tevgera zêde ya li ser Şengalê û hedefkirina hêzên YBŞ’ê daxuyaniyek kurt da û got, êrişek pêk hatiye û wê agahiyê wê piştre parve bikin.

YBŞ’ê têkildarî tevgera balafirên Tirkiyê daxuyaniyek da
25 tebax, 2020   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser tevgera balafirên bê mirov ên biçek  yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîsik da

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Weke tê zanîn beriya niha çend caran dewleta Tirk bi Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA ) li hemberî hêzên me êrîş pêk anîn. Herî dawî di 15’ê Hezîranê ji bi balafirên şer êrîşekî berfireh pêk anîn. Di van demên dawiyê de jî tevgerekê Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) bê navber berdewam dike. Bi vê yekê şervanên me dikin armac. Îro di saetên êvârî de êrîşek pêk anîn. Têkildarî êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk em ê agahiyên berfireh parve bikin.”