Welatiyên li Başûrê Kurdistanê asên mane dikarin di 3 rojên dawî yên Tebaxê de vegerin Rojava

Rêveberiyê deriyê Sêmalkayê ji bo kesên li Başûrê Kurdistanê asê mane daxuyanî da

Welatiyên li Başûrê Kurdistanê asên mane dikarin di 3 rojên dawî yên Tebaxê de vegerin Rojava
25 tebax, 2020   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya dergeha Sêmalka ya sînorî ragihand ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê asê mane, dikarin di dîroka 29 heta 31`yê vê Tebaxê de vegerin herêmê.Rêveberiya dergeha Sêmalka îro bi biryarnameyekê wiha got: "Li gorî biryara Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rojên şemî, yekşem û duşem naku ji dîroka 29 heta 31`ê Tebaxê de welatiyên Rojava yên ku ji bo serdanê yan dermankirinê çûbûn Başûrê Kurdistanê, dikarin vegerin Rojava."

(cx)

ANHA