Hikumeta Wîfaqê li deverên ku xwepêşandan lidar ketine kehrebe û internet qut kirin

Dazgehên çapemeniyê ragihandin ku desthilatên hikumeta Wîfaq vê êvarê kehrebe û internet li ser gelek deverên bajêr ên ku xwepêşendan lê dardikevin, qut kir.

Hikumeta Wîfaqê li deverên ku xwepêşandan lidar ketine kehrebe û internet qut kirin
24 tebax, 2020   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê ya ku agahiyên xwe dispêrê şahidan got, ji nişkan ve internet û kehrebe li qada Şehîdan û herêma dora wê qut bû.

Ev roja duyemîn ku xwepêşendan li Terablusê lidar dikevin. Milîsên alîgirên hikumeta Fayiz Serac gule û bombeyên gazê li xwepêşendaran berandin. Xwepêşendaran sloganên şermezarkirina hikumeta Wîfaq berz kirin. Bi taybet piştî qutbûna avê û kehrebeyê li welatê xwedî mezintirîn ihtiyatên petrolê.

Her wiha xwepêşendaran hebûna çeteyên Sûriyê yên ku serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan anîne Lîbyayê şermezar kirin.

(şx)