Yewnanistan dê li nêzî herêma ku Tirkiyê lê vekolandinê dike tetbîqatan pêk bîne

Yewnanistanê ragihand ku ew difikire tetbîqatên leşkerî di rojhilatê deryaya Spî pêk bîne.

Yewnanistan dê li nêzî herêma ku Tirkiyê lê vekolandinê dike tetbîqatan pêk bîne
24 tebax, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Yewnanistanê, tê payîn ku tetbîqatên sibe (Sêşemê) li başûrê rojhilatê  girava Crete ya Yewnanistanê dest pê bike û 3 rojan dewam bike. Tetbîqat dê li herêma ku Tirkiyê lê li gaz û petrolê digire pêk were.

Qibirs û Yewnanistanê dibêjin ku Enqere bi van kiryaran serdestiya wan binpê dike.

Beriya niha jî Tirkiyê ragihandibû ku ew tetbîqatên leşkerî li deryaya Spî û Ege pêk tîne û wêneyên tetbîqatan parve kir. Tirkiyê got, ev tetbîqat wekî bersivdayîna tetbîqatên berê yên Qibirs û Yewnanistanê bi Fransayê re pêk hat.