Mjara rojnameyên erebî – 25 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê birîna avê ji ser barjarê Hesekê û birîna elektrîkê li tevahiya Sûriyê, her wiha mijarên têkiliyên Îran û welatên Ereban û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Mjara rojnameyên erebî – 25 Tebax
25 tebax, 2020   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: PIŞTÎ TÎKIRINA HESEKÊ... TERORÊ SÛRIYÊ XISTE NAVA TARIYÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Duh ji ber teqîna xeta sereke ya gazê li gundewarên Şamê, elektrîk li ser tevahiya Sûriyê hate birîn, hikumetê got ku ev “kiryareke terorê” ye. Li aliyekî din welatiyên Hesekê bi şerê tîbûnê re rû bi rû ne, ji aliyên Tirkiyê ve li dijî wan tê birêvebirin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku Enqere bi alîkariya komên terorîst yên girêdayî wê, yên ku bajarên Rasuleyn/Serêkaniyê û Tilebyadê yên li rojhilatê Firatê di bin destên wan de ne, ev du hefte ne ava vexwarinê ya stastyona Elok, ji parêzgeha Hesekê qut kiriye.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Qutkirina avê çekeke dijmirovî ye ku Tirkiye bi kar tîne, ku guh nade rewşa belavbûna koronayê, yan jî rewşa ku welatî ketinê ji ber kêmbûna avê ku bû sedem hin welatî ji tîhnan mirin.

Rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku rejîma Tirkiyê ji bo tîkirina sivîlan av biriye, her wiha ji bo bidestxistina hin destkeftiyên siyasî.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Tişta ku du hefteyên dawiyê li Hesekê dibe û siyaseta tîkirinê, ev ne cara pêşî ye ku pêk tê, Enqere di nava salekê de 8 caran av ji ser bajarê Hesekê biriye, ev tişt piştî ku hêzên Tirkiyê bi alîkariya milîsên terorîst bajarê Rasulayn di Cotmeha sala 2019’an de dagir kir, piştî wê jî stasyona Elok bi tevhî kete destê Tirkiyê.”

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRAN JI HEVBENDIYA ‘ROJHILATA NÛ’ DITIRSE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Hin daxuyaniyên ku duh ji aliyê Îranê ve hatin dayîn, nişan dide ku Îranê ji hevkariyeke di navbera Misir, Iraq û Urdunê de ditirse, ku tê payîn ev mijar di civîna hefteya pêş de bê nirxandin, dê civîn di navbera serokê Urdunê qral Ebdullah El-Sanî, serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de pêk bê.”

EL-EREB: PROTESTOYAN SLOGANÊN PARASTINA DEMOKRASIYÊ Û DEWLETA SIVÎL HILWEŞANDIN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: “Hikumeta Wîfaqê bi tundî bersiva welatiyên ku ji bo xizmetguzarî û gendeliyê daketin pêşandanan, da. Vê kiryara hikumetê hemê dirûşmên parastina demokrasiyê û dewleta sivîl ku bi kar tanîn, hilweşandin.”