Nexşerê, armanc û çavnebariyên hêzên navnetewî yên li Lîbyayê

Ev nêzî 9 sal in şerê di navbera aliyên Lîbyayê de li ser paytext Terabilusê dewam dike. Wan hewl dida ku serweriya tevahî cografiya Lîbyayê bikin, lê piştre armancên wan ên cografîk veguherîn armancên aborî û piştre bû şerekî herêmî û navnetewî ji bo bidestxistina petrolê. Ji lewra berê wan aliyan ji Terabilusê ber bi Sirt û Cefrayê ve veguherî.

Nexşerê, armanc û çavnebariyên hêzên navnetewî yên li Lîbyayê
25 tebax, 2020   01:13
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Ji dema hilweşîna sîstema Muemer Qezafî sala 2011`an, gelek guhertin di şerê li ser erdê de pêk hatin û aliyên derve destwerdan kirin. Bi vê yekê Lîbya veguherî qadeke şerê hêzên navnetewî ku her yekê ji wan hewl dida berjewendiyên xwe pêk bîne.

Xuya ye ku piraniya sedemên tevgerên navnetewî li hemberî rewşa Lîbyayê, aborî ne. Her dewletek dixwaze ku bi qasê dikare berhemên binerd ên Lîbyayê di dema şer de bi dest bixe, ku ev yek û ji ber nelihevhatina berjewendiyên aboriyê û hewldanên bidestxistina hebûneke siyasî, dê şerê li welêt dirêjtir bike. Li aliyekî din Misir dibîne ku şerê Lîbyayê gefan li ewlehiya wê ya netewî dixwe. Em ê di vê dosyayê de nexşerê û armancên hêzên navnetewî di Lîbyayê de, şîrove bikin.

MISIR

Ji destpêka aloziyê ve Misir dibîne ku divê li hemberî serweriya dewleta Lîbyayê bê girtin. Misirê di gelek qonaxên li pey hev de destwerdan li bûyerên li Lîbyayê nekir. Tevî ku Misir gelek girîngiyê dide Lîbyayê, ji ber bi qasî 1200 km sînorekî hevbeş di navbera her du welatan de heye. Ji lewra xeteriyên ewlehiyê û şerên li Lîbyayê, ji bo Qahîrayê jî astengiyên mezin in û metirsiyên ji derbasbûna endamên terorîst û belavbûna qaçaxçiyê ne.

Berdewamkirina şerê Lîbyayê û dirêjbûna wê tê wateya bidestxistin xêr û bêr û berhemên binerd ê gelê Lîbyayê. Her wiha gefê li yekitiya netewî ya dewleta Lîbyayê dixwe û ji nû ve bi cihbûna rêxistinên terorîst û çekdarên komên ku ji qadên şer ên Sûriyê û Iraqê reviyane, li ser ewlehiya herêmê û ewlehiya netewî ya Misirê xeteriyeke mezin ava dike. Li kêleka wê koçberiya ku ji ber şer û rewşa mirovî ya xerab çêbûye, zirar gihand binesaziya civakî ya Lîbyayê û hejmareke mezin a welatiyên Misirê ku li Lîbyayê kar dikirin piştî rûdana şer li gelek bajarên Lîbyayê neçar man ku vegerin welatê xwe.

Li gorî tiştên me bi bîr xistine, Misirê dît ku destwerdana li Lîbyayê û aramkirina şerê Lîbyayê ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê, pêwîstiyek e. Li ser wê yekê Misirê piştgirî da Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê û qebîleyên Lîbyayê, gelek dan û standinên navnetewî pêk anî û banga derketina mîlîsan û rêxistinên terorîst ên girêdayî Tirkiyê û Qeterê kir.

 Qahîrayê di 6`ê Hezîrana 2020`an de banga agirbestê û pêkanîna dan û standin û çareseriyên siyasî kir. Her wiha piştgiriya şandeya navnetewî ya birêvebirina diyalogeke Lîbî ku nexşerêyeke ewlehiya Lîbyayê diparêze nîşan bide, kir. Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî tekez kir ku ji bo Misirê, xeta Sirt-Cefra xeteke sor e.

TIRKIYE

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan bi vejandina xîlafeta Osmanî ya qir bûye, hewl dide ku cihekî xwe li Lîbyayê peyda bike, ku tu sînorên cografîk di navbera her du welatan de tune ne.

Ji aliyê aborî ve, ji beriya destpêkirina şoreşê li dijî Muemer Qezafî ve Tirkiyê girîngiyeke mezin dide Lîbyayê. Di sala 2010`an de gelek şerîketên Tirkiyê û bi taybetî yên lêkirina avahiyan 304 lihevkirin li Lîbyayê îmze kir. 

Bi dîtina gazê li rojhilatê deryaya Spî re û ji ber cihê Lîbyayê yê li ser rojhilatê deryaya Spî û hebûna petrolê ya bi lêçûneke kêm, Tirkiyê girîngiyeke zêdetir da Lîbyayê. Her wiha xwest ku sînorên deryayî li herêma rojhilatê deryaya Spî yên bi berhemên binerd dewlemend e, diyar bike û mêrgên petrolên ên welatên din desteser bike.

Enqere her wiha hewl dide ku sûkeke nû ya çekên Tirkiyê veke anku cureyên nû yên çekan biceribîne û rêjeya firotina çekên Tirkiyê ku 6 milyar dolar derbas kir, zêde bike.

Tirkiyê dît ku bi destekdayîna hikumeta Wîfaqê û meclisa serokatiyê ya bi rêveberiya Fayiz Serac, dikare çavnebariyên xwe pêk bîne. Ji lewra peymaneke ewlehî, deryayî û leşkerî bi hikukmeta Wîfaqê re îmze kir, da ku ev peyman tevgerên Tirkiyê yên leşkerî û siyasî yên niha li Lîbyayê, rewa bike.

QETER

Li kêleka Tirkiyê ku bi awayekî yekser piştgiriya leşkerî dide hikumeta Wîfaqê, Qeter jî di aliyê aborî û siyasî de hem piştgiriyê dide hêzên Tirkiyê yên li Lîbyayê hem jî dide hikumeta Wîfaqê bi xwe.

Dînamîka sereke ya Qeterê li Lîbyayê "petrol" e, nexasim ku her du welat li ser gazê di pêşbirkê de ne.  Ji ber wê  ji beriya 2011`an de Dewhayê hewl da ku hebûna xwe li Lîbyayê ava bike.

Qeter ditirse ku bi Lîbyayê re li ser gazê bikeve pêşbirkê. Ji lewra destwerdana Tirkiyê bi hewldanên Qeterê yên desteserkirina gazê re, li hev hat.

Her wiha Tirkiye û Qeter bi hevalbendiya xwe li Lîbyayê hewl didin ku "dewleteke Îxwanan" li ser deryaya Spî ku xwedî berhemên binerd be, armanc dikin. Dê hebûna Îxwanan li Tunisê jî vê gavê temam bike, ku ev yek xeteriyeke mezin li ser herêmê ava dike.

ÎTALYA

Îtalya jî Lîbyayê wekî herêmeke serweriyê ya dîrokî ji xwe re dibîne, ji ber ku heta bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn Lîbya ji girîngtirîn dewletên ku Îtalyayê li Afrîkayê dagir kiribû. Ji lewra, Îtalya di vê dozê de li gorî berjewendiyên xwe yên taybet tevdigere. Her wiha ew şerîketa petrolê "Total" a Fransî wekî gefekê li ser şerîketa" Eni" ya Îtalî ku ji 1959`an de li Lîbyayê kar dike, dibîne.

Tevî pejrandina Îtalya hikumeta Wîfaqê ya bi serokatiya Fayiz Serac jî, lê tu pişgiriya leşkerî nedayê. Ji ber ku dixwaze hevsengiya bi hemû aliyên Lîbyayê re biparêze û bandoreke nerênî li şandina petrolê neke.

Di Nîsana 2019`an de Îtalyayê hewl da girêdayî aloziya Lîbyayê bi Tirkiyê re koordîne bike, lê belê piştre lihevkirina di navbera Enqerayê û hikumeta Wîfaqê ya di Mijdara heman salê de red kir. Ji ber ku ditirsî ku şerekî demdirêj ku bandorê li berjewendiyên wê dike, rû bide.

Ji destpêka 2020`an ve, êdî Îtalya xwest roleke mezintir di Lîbyayê de bilîze û bi rengekî din tevger kir. Di wê der barê de, wezîrê derve yê Îtalya "Luigi Di Maio" bi "Serac û Hefter" re civiya. Her wiha bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Gelek şerîketên Îtalî wekî "Eni" û " Bocelli" li Lîbyayê di qada petrolê de kar dikin û para mezin jê bi dest xistine. Şerîketa "Eni" veberhênera sereke ya gaz û petrola Lîbyayê ya gelek salan e, heta di dema qonaxa cezayên li dijî Lîbyayê (1992).

Şerîketa "Eni" niha serweriya piraniya mêrgên petrolê yên li Berqa û Fezan dike. Roma dixwaze ku berjewendiyê xwe yê petrolê li Lîbyayê berfirehtir bike. Îtalya ji sedî 12 ji pêwîstiya xwe ya gazê û ji sedî 25 ji petrola Lîbyayê peyda bike, her wiha para îtalyayê ji sedî 32 ji berhemdariya petrolê ya Lîbyayê ye.

Ji bo parastina berjewdniyên xwe yên petrolê, Îtalyayê destek da hikumeta Wîfaqê ya li rojavayê Lîbyayê û mîlîsên li Terabilusê yên serweriya herêma kevana petrolê dikin, ku herêma sereke ya berhemdariya petrolê li Lîbyayê ye.

Her wiha Îtalya şerê Lîbyayê wekî gefekê li ser ewlehiya xwe dibîne. Ji ber ku Lîbya dergeha deryaya Spî ya ketina Romayê ye û dergeha koçberiya ne rewa ji bo dewletên Ewropa ye. Ji ber wê yekê Îtalyayê li herêmên bakurê Terabilusê yekîneyên leşkerî belav kir da ku dewriyeyên hevbeş pêk bîne û pêşî li qaçaxçî û koçberiya bi rêya beravên Lîbyayê, bigire. Her wiha piştgiriyeke mezin da hêzên parastina berevan a Lîbyayê û navendeke girtina koçberan ava kir da ku derbasî Îtalya û Ewropayê nebin.

FRANSA

Ji aliyê xwe ve Fransa hewl dide berjewendiyên xwe yên aborî li Lîbyayê biparêze û bi rêya şerîketa "Total" a Fransî serweriya mêrgên petrolê bike. Hin şerîketên Fransî jî wekî koma teknîkî "Alystom" û şerîketa çemento "Lafarge" dixwazin peymanên girêdayî ji nû ve avakirina Lîbyayê û ji nû ve sazkirina kargehên di şer de hatine rûxandin, îmze bike.

Fransa, Mûşîr Xelîfe Hefter wekî kesayeteke bi hêz ku dikar ewlehiya Lîbyayê kontrol bike dibîne. Dê bi rêya têkiliyên xurt bi Hefter re karibe hin mafên din ênê girêdayî derxistina petrolê û peymanên veberhêneriyê, bi dest bixe. Piştî ku Hefter kevana petrolê ji destê hikumeta Serac û mîlîsên girêdayî wê derxist û kontrol kir.

Destekdayîna Fransayê ji Hefter re ji Gulana 2014`an ve piştî ku Hefter bi navê têkoşîna li dijî terorê operasyona "Kerame (Rûmet)" dest pê kir, didome. Wê demê Îstixbarata Fransayê du şêwirmend şandin Binxazî da ku bi Hefter re plana êrişan bikin û agahiyan bidin wî.  Her wiha şêwirmendên leşkerî yên Fransî di sala 2016`an de li kêleka Hefter beşdarî avakirina hêzên birêxistinkirî yên ji bermahiyên yekîneyên leşkerî yên berê girêdayî sîstema Muemer Qezafî, bûn.

Fransa bi rêya Lîbyayê dikare berjewendiyên xwe li welatên çolistanê bi taybetî (Tunis, Mexrêb, Morîtanya, Malî) pêk bîne, ji ber ku Fransa û Lîbya bi rengekî stratejîk girêdayî hev in. Ji lewra, pêkanîna îstiqrarê li başûrê Lîbyayê ne tenê dê bihêle şerîketên Fransî yên petrolê karê xwe dewam bikin, her wiha dê rola Fransayê ya pêkanîna ewlehiyê û şerê li dijî rêxistinên terorîst li dewletên berevê û çolistanê de, xurttir bike.

ALMANYA

Almanya bi toreke berjewendiyên bi girêk ên Lîbyayê re girêdayî ye. Almanya di qada petrolê ya Lîbyayê de xwedî veberhêriyên bi 2 milyar dolar e. Her wiha şerîketên Almanî ji sala 1958`an ve li Lîbyayê çalakiyên derxistin û spîkirina petrolê pêk tîne. Ji ber wê yekê Almanya ji yekemîn dewletên li dijî hilweşandina sîstema Muemer Qezafî bû.

Almanya bi destwerdana li şerê Lîbyayê û serweriya berhemên binerd, hewl dide ku dide ku rê li pêşiya çavnebariyên Fransa û Brîtanyayê bigire. Her wiha hêzên Ewropayê li dora xwe kom kir da ku piştgiriya helwestên wê bikin. Dîsa Almanya dixwaze peymanên aboriyên ên girêdayî projeyên geşkirinê û ji nû ve avakirinê li Lîbyayê, misoger bike.

Berlînê bi hevkariya hikumeta Wîfaqê bi sernavê "kongreya aboriyê ya Lîbya-Almanya", kongreyek li dar xist. Di kongreya de Almanya niyetên xwe  yên veberhêrandina petrol û gaza Lîbyayê, eşkere kir. Ev hevkarî vê dawiyê piştrat bû, dema ku hikumeta Wîfaqê ji biryara xwe ya taloqkirina karê gelek şerîketên biyanî paşde vekişiya, ku yek ji wan şerîketa " Siemens" a Almanî ye ku çavdêriya piraniya projeyên enerjiyê yên Lîbyayê dike. Her wiha ev hevkarî di tevgerên Almanya yên li pey hev da ku bihêle Meclisa Ewlehiyê biryara rawestandina arêtşa Lîbyayê ji rizgarkirina paytextê bide, nîşan dibe, ku bi vê rengî hebûna hikumeta Wîfaqê li Terabilusê misoger bike û berjewendiyên xwe li Lîbyayê biparêze.

Ji ber wê yekê, Almanya dixwaze rageşiya li Lîbyayê kêm bike û bigihîne çareseriyeke siyasî ku destwerdanên derve li Lîbyayê bi dawî bike. Wezareta derve ya Almanyayê ji Hezîrana 2019`an ve kedên xwe yên ji bo lidarxistina kongereyeke navnetewî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Lîbyayê, zêde kir. Di destpêka 2020`an de ew hewldan bi "kongreya Berlînê" bi encam bûn.

BRÎTANYA

London bi qasî dikare dixwaze ku şerê Lîbyayê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne û gelek destkeftiyan bi dest bixe. Ew bi tevgerên xwe hewl dide komeke armancên stratejîk pêk bîne, wekî piştgiriya komên Îslama siyasî da ku di qonaxa veguhestinê de cih bigirin û li gorî berjewendiya Brîtanyayê wan welatan bi rêve bibin. Ji ber wê yekê ji qonaxên destpêkê yên şerê Lîbyayê -piştî têkçûna Qezafî- , Brîtanya piştgiriya koma Îxwan Mislîmîn kir ku bi saya wê koma navborî kongreya niştîmanî ya Lîbyayê bi dest xist. Lê belê bi têkçûna Îxwan Mislîmîn û derketina tevgerên din ku karîbûn rêveberiya saziyên Lîbyayê yên hatine hilbijartin bikin, Brîtanyayê destek da hikumeta Wîfaqê ya li rojavayê Lîbyayê û rewabûna parlamanê ku hatiye hilbijartin, paşguh kir.

Brîtanya jî wekî gelek dewletên rojavayî hewl dide rê li pêşiya koçberiya ne rewa ya bi rêya Lîbyayê bigire. Di bin wê navî de, Brîtanya alîkariyên mirovî pêşkêşî hikumeta Wîfaqê kir. Her wiha London dixwaze girêdayî doza şopandina sûcdaran û endamên terorîst, hevkariyê bike. Ev hevkarî dema ku hikumeta Wîfaqê birayê êrişkarê êrişa "Manchester" radestî Brîtanyayê kir, piştrast bû.

Her wiha di hevdîtina cîgirê serokê meclisa serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê Ehmed Miêtîq û şandeyê bazirganiyê yê serokwezîra berê ya Brîtanyayê Theresa May de, Brîtanyayê niyeta xwe ya berfirehkirina hevkarî û pevguherandina aboriyê ya bi Lîbyayê re eşkere kir.

Şerîketa "British Petroleum" a Brîtanî jî xwediya pareke mezin bi qasî ji sedî 42 ji petrola Lîbyayê ye. Her wiha mafên lêgerîna li petrolê li herêmên rojavayê Lîbya wekî Xemdas û Sirtê, bi dest xistine. Di demên dawîn de şerîketê gelek lihevkirin bi şerîketa "Eni" yê Îtalî û saziya petrolê ya Lîbyayê re îmze kir, da ku parên petrolê ji nû ve di nava xwe de dabeş bikin. Her wiha eşkere kir ku di demên pêş de dixwaze çalakiyên xwe li Lîbyayê berfireh bike.

Ji sala 2011`an ve, pereyên cemidandî yên hikumeta Brîtanyayê (9,2 milyar cinêh Isterlînî) li Lîbyayê hene. Brîtanya dixwaze beşekî wan perayn di bin navê cuda de bi kar bîne. Parlamanê Lîbyayê û artêşa niştîmanî Brîtanya bi piştgiriya komên radîkal û têkbirina elwehî û îstiqrara Lîbyayê, tewanbar dike.

RÛSYA

Rûsya jî têkiliyên hevseng bi aliyên aloziya Lîbyayê re diparêze. Ev yek ji tevgerên wê yên dîplomatîk ku Moskovê rola nevbeynkar lîst, eşkere dibe. Di Mijdara 2016`an de wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi fermandarê artêşa niştîmanî Mûşîr Xelîfe Hefter re hevdîtinek pêk anî. Piştre di Adara 2017`an de, Lavrov bi serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac re civiya. Herî dawî jî her du alî di Tebaxa heman sale de li Moskovê civînek li dar xist.

Xuya ye ku siyaseta hevseng a Rûsyayê ji ber sedemên aborî ye. Rûsyayê dînarê Lîbya (pereyên Lîbyayê) çap kir da ku banka navendî belav bike, her wiha şerîketa mezin a petrolê ya Rûsyayê (RÛS petrol) ji bo kirîna petrolê ji şerîketa niştîmanî ya Lîbyayê ya petrolê di sala 2016`an de, peymanek îmze kir.

Diyar e ku Moskov dixwaze bigihîne çareseriyeke siyasî ku qedexeya firotina çekan ku NY`yî li dijî Lîbyayê ferz kiriye, bi dawî bike da ku firotina alavên xwe yên leşkerî bi rêya piştgiriya arêtşa Lîbyayê, zêde bike. Beriya ku sîstema Muemer Qezafî di 2011`an de hilweşe, pevguhertinên leşkerî yên bi Lîbyayê re bi nêzî 4 milyar dolaran bû. Heta roja îro jî Arêtşa Niştîmanî ya Lîbyayê ji pisporên leşkerî yên Rûsyayê sûdê digire. Dê bi vê yekê Rûsya ji bo beltakirina qedexeya firtona çekan ji bo Lîbyayê, sûdê bigire.

Her wiha hevsengiya têkiliyên Rûsyayê bi Hefter û hikumeta Wîfaqê re, dê bandoreke erênî li têkiliyên bazirganiyê û peymanên jinûveavakirinê ku dibe Rûsya di pêşerojê de bi dest bixe, bike. Şerîketên Rûsî girîngiyê didin avakirina xeteke trênê ya di navbera Binxazî û Sirtê de bi lêçûna 2,5 milyar dolar, ku dê ev yek aboriya Rûsyayê û bandora wê li herêma deryaya Spî xurt bike.

Moskov her wiha girîngiyê dide Lîbyayê ji ber ku deriyê ketina deryaya Spî û başûrê Ewropayê ye, ku dikare ji bo avakirina baregehên leşkerî li wê herêmê bê bikaranîn. Hin aliyên Brîtanyayê agahiyên der barê wê yekê de parve kiribû û Ewropa jî li ser îhtimalên hebûna Rûsyayê li başûrê deryaya Spî li şûna rojhilatê Ewropayê, bi fikar e.

Her wiha Lîbya derfetê dide Rûsyayê ku wekî hêzeke navnetewî ku dikare pevçûnan kontrol bike, derkeve pêş. Dê ev yek bihêle Rûsya bi hêz vegere dîmenê navnetewî û karibe li pêş hebûna Amerîkayê li rojhilatê deryaya Spî bisekine û li Afrîkayê ku bi berhemên binerd dewlemend e, belav bibe.

AMERÎKA

Petrola Lîbyayê ji bo siyaseta Amerîka li hemberî rewşa Lîbyayê faktorekî dînamîk e. Her du şerîketên Amerîkî " Exxon Mobil" û " Occidental Petroleum" pareke mezin ji petrolê bi dest dixin.

Rewşa ewlehiyê ya xerab li Lîbyayê ji 2011`an de bandor li berjewendiyên wan şerîketan jî kir. Ji ber wê yekê Washington dixwaze ku aramî û îstiqrarê li Lîbyayê pêk bîne da ku karê wan şerîketan wekî berê vegere.

Her wiha Amerîka dixwaze serweriya xwe ku pê rewşên li herêmê kontrol dike, vegerîne û pêşî li pêşketina Rûsya li Lîbyayê bigire. Lîbya ji serdema Qezafî ve yek ji rêxistinên mezin ên kirîna çekan bû, ji lewra Amerîka dixwaze ewlehiyê vegerîne û sîstemekê ferz bike da ku çekên xwe bi rêjeke mezin bifiroşe wê.

Ji nû ve avakirina Lîbyayê di qonaxa bê de derfeteke mezin dide şerîketên Amerîkî ku bikevin Lîbyayê ku xwedî berhemên binerd e û li wir kar bikin. Amerîka her wiha dixwaze çalakiyên mezin û giştî yên geşkirin û pêşxistinê pêk bîne. Amerîka dê bi wê yekê qezencên mezin ji şirîktî û welatên beşdarî çalakiya jinûveavakirinê bûne, bi dest bixe.

(cx)

ANHA