Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin

Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) li kantona Şehbayê vedike.

Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
Li Şehbayê nexweşxaneya COVID-19 tê vekirin
21 tebax, 2020   03:23
ŞEHBA-MÎDYA HENAN-ALAN REŞÎD

Bi belavbûna şewba Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin ji van tedbîran vekirina karantînayan e.

Li  kantona Şehbayê û herêmên din rojane hejmara kesên bi vîrusê dikevin zêdetir dibe, ji ber vê yekê Heyva Sor a Kurd bi derfetên  kêm nexweşxaneyeke taybet bi COVID-19  amade kir.

Nexweşxaneya COVID-19 a li Şehbayê ji 16 ode û 3`ê beşan pêk tê; taqîgehê, ICU ku ji 6 pencereyan pêk tê, odeyeke ji bo dermankirina mêran û yek ji bo dermankirina jinan, dermanxan, destwerdanên lezgîn û odeya dezenfektekirinê".

Li taqîgehê alavên kîmyewî BA, alava Hematoma Sysmex û testekê ji qirkê û poz dikişînin û dişînin navenda kontrolkirinê PCR.

Di nexweşxaneyê 24 kadroyên tenduristiyê hene. Têkildarî tedbîrên ku nexweşxaneyê girtine latoratorê bi  navê Mehmûd Seydo axivî û got ku  dema guman an jî nîşaneyên wekî daketina lîmfocitet, kêmbûnek di hejmara leukocytes, zêdebûnek kreatînîn û zêdebûna asta CRP anku rutin reaktînek di nav xwînê de hebin ew yekser  testên Hematoma çêdikin.

Heta niha li kantona Şehbayê 17 kes bi Koronavîrusê  ketine, 9 nexweş baş bûne û 3`yan jî jiyana xwe ji dest daye.

ASTENGIYÊN PÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Têkildarî astengiyên li nexweşxayên tên pêşberî kadroyan Mehmûd Seydo destnîşan kir dema hejmara nexweşan zêde dibe ode kêm in, banê odeyan ji tûtiya(sac) hatine çêkirin û ev jî dihêle germahiya odeyan bilind bibe û hejmara alavên cemidandinê kêm e.

Her wiha destnîşan kir ku li nexweşxaneyê tenê 16 odeyên  yekane hene, her nexweşek li odeyekê ye û dema hejmara nexweşan bilind dibe, ode têra nexweşan nake.

Kadroyên li odeyan pêwîstiyên nexweşan dabîn dikin, nexweş ji deh rojan heta 14 rojan di karantînayê de dimîne anku li gorî rewşa nexweş û li  gorî nîşaneyên li ser nexweş diyar dibe, paşê her ji deh rojan testên pêwîst ji nexweş re têne çêkirin.

RÊXISTINÊN MIROVÎ BI ROLA XWE RANABIN

Seydo da zanîn ku hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde dibe û heta niha rêxistina WHO tu helwest nîşan nedaye, ji ber vê yekê ew banga alîkariyê dikin.

ŞANEYA ALOZIYÊ BANG XWEPARASTINÊ DIKE

Têkildarî mijarê endamê Şaneya Aloziyê û Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo bang li şêniyan kir xwe ji vîrusa Korona biparêzin û tedbîran bigirin.

Elo diyar kir ku li kantona Şehbayê nexweşên Koronavîrusê û kesên ji ber jiyana xwe ji dest dane hene û got: "Me Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê me civînek li dar xist û têkildarî xweparastina ji vîrusê tedbîr girtin, ji wan qedexeya derektina derve û girîngiya şênî li gorî perspektîfên tenduristiyê tev bigerin, her wiha daneyên têkildarî van perspektîfan li kolan û avahiyên giştî daliqandin.

Elo Bekir ev li axaftina xwe zêde kir:"Li kantona zêde şênî guh nadin tedbîran ji ber vê yekê hejmra nexweşên Koronavîrusê zêde dibe ev jî jiyana nexweşên dil û sîngê dixe xeteriyê de."

Elo bang li şêniyan kir ku baldar bin, li cihên bi qerbalix kom nebin, ji malên xwe dernekevin û dema derketin lepik û maskan li xwe bikin û li paqijiya xwe miqateb in.

)eh(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IRBrvuVMe8Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>