ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2020`AN
20 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Zextên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê li ser dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan zêde dibin. Azadiya çapemeniyê û mafên rojnamevanan tên binpêkirin û rojnamevan tên girtin, sirgunkirin û gef li wan tên xwarin. Bi tayetî rojnamevanên ku hewl didin doza gendeliyê vekin an jî nêzî mijarên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Toysan ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê gotin, ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê zarokên wan nexweş dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jineke efrînî ku hevjînê wê ji ber sûcên dagirkeran hat kuştin, sûcên û binpêkirinên ku li Efrînê têne kirine vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê siyasî û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdulrehman El-Îsa têkildarî propagandaya çapemeniyê ya ku hikumeta Sûriyê li dijî projeya Rêveberiya Xweser QSD'ê dike, got ev propaganda ne ji berjewendiya dîtina çareseriya aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Şervana YPJ'ê Ararat Tolhildan a ji pêkhateyê Ereb got, şoreşa Rojava nêrîna cîhanê ya derbarê jinan de guhertin û bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî her cûre dagirkerî û desthilatdariyê têbikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku kuştin û xwekuştin şerekî derûnî li dijî jinên Kobanê ye û hêvî kirin ku pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tirkiyê û Qeterê tevgerên xwe li Lîbyayê zêde kirin û wezîrên parastinê yên her du welatan serdana Lîbyayê kir. Armanc û encamên vê serdanê bi xwe re gelek pirs derxistin holê. Siyasetmedarên Lîbyayê eşkere kirin ku serdan bi armanca ji nû ve avakirina rêxistinbûna çeteyan û parvekirina xêr û bêrên pêk hatiye. Her wiha piştrast kirin ku êdî çareseriya siyasî bi dawî dibe û welat ber bi şerekî mezin û yekser ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) li kantona Şehbayê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Sûriyê hîn jî li dijî şêniyên  Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê  bûne siyaseta dorpêçê dide meşandin û nahêle bendên kontrolê testa vîrusa Korona ji kesên têne kantonê re çêke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Werşeya dirûnkariyê yê ya girêdayî Buroya Jinana a Şaredariya Gel a Dêrikê hewl dide pêwîstiyên şêniyên herêmê ji maskan bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA