McGurk: Nebûna piştevaniyê bi QSD'ê re bû sedema koçberkirina bi hezaran

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê berê Brett McGurk  daxuyaniyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ên derbarê hebûna Amerîkî li Sûriyê şermezar kir û got, nebûna piştevaniya  bi Hêzên Sûriya Demokrat li dijî Tirkiyê, bû sedema koçberkirina bi hezaran sivîl.

McGurk: Nebûna piştevaniyê bi QSD'ê re bû sedema koçberkirina bi hezaran
20 tebax, 2020   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Brett McGurk  li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivîsand: "Trump îro gotibû, dema me beşek ji erdên ku berê girêdayî  "Xîlafeta" DAIŞ'ê li Sûriyê bû radestî Erdogan û Putin kir tiştek çênebû. Lê me şirîkên xwe hiştin ku kar û barên xwe bi rêve bibin, 200 hezar kes ji ber komên tundra ên berpirsên sûcên şerên koçber bûn."