​​​​​​​' Propagandaya reşkirina QSD û Rêveberiya Xweser nakeve xizmeta gelê Sûriyê'

Lêkolînerê siyasî û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdulrehman El-Îsa têkildarî propagandaya çapemeniyê ya ku hikumeta Sûriyê li dijî projeya Rêveberiya Xweser QSD'ê dike, got ev propaganda ne ji berjewendiya dîtina çareseriya aloziya Sûriyê ye.

​​​​​​​' Propagandaya reşkirina QSD û Rêveberiya Xweser nakeve xizmeta gelê Sûriyê'
21 tebax, 2020   02:16
REQA-EMMAR EBDULLATÎF-HEMED EL-MISTEFA

Ji propagandaya çapemeniyê ya hikumeta Sûriyê diyar bû ku hikumesta Sûriyê hîna bi hişmendiya xwe ya berê ve girêdayî ye û îtiraf bi destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin nake.

Lêkolînerê siyasî û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdulrehman El-Îsa ji ANHA`yê re axivî û propagandaya hikumeta Sûriyê şermezar kir û got mîna van propagandayan nakeve xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê ya ku hikumeta Şamê jê dûr dikeve.

El-Îsa îşaret bi rêbazên şerê taybet ên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne meşandin, kir û got ew piştî rizgarkirina herêmê ji terorê destpê kirin, di nav de propagandaya ku niha pêk tê.

El-Îsa wiha domand: “QSD û Rêveberiya Xweser sîwana niştîmanî ya tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Armancên wê diyar in; avakirina Sûriyeya demokartîk û nenavendî. Ev sîwan herêm parast, gelek herêmên Sûriyê ji terorê rizgar kirin û ewlehî pêk anî.”

El-Îsa di nav gotinên xwe de bang li pêkhateyan kir ku nêzî saziyên Rêveberiya Xweser bin, ji ber ku ew çareseriya bidawîkirina aloziya wan e û got: “Delîl jî, tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava saziyên vê rêveberiyê de ya ku herêmê bi rêve dibe, kar dikin.”

Her wiha El-Îsa bal kişand ser ku ev propaganda rolek neyînî dilîze û li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyê dibe asteng.

Piştî bûyerên qetilkirina rûspî û şêx êlên Ereb, dazgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê dest bi propagandayekê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk kir û wê bi pêkanîna bûyerên qetilkirinê tawan bar kir. Lê piştî mikurhatinên şaneyan û kesên ku ji hêla istixbarata Sûriyê ve hatin bikaranîn, eşkere bû ku istixbarata Sûriyê bi armanca afirandina fîtneyê û têkbirina ewlehiyê herêmê ew kes bi kar anîne û bûyerên qetilkirinê pêk anîn.

(şx)

ANHA