Şervanek YPJ: Şoreşa azadiyê ya jinan nêrîna cîhanê guhert

Şervana YPJ'ê Ararat Tolhildan a ji pêkhateyê Ereb got, şoreşa Rojava nêrîna cîhanê ya derbarê jinan de guhertin û bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî her cûre dagirkerî û desthilatdariyê têbikoşin.

Şervanek YPJ: Şoreşa azadiyê ya jinan nêrîna cîhanê guhert
21 tebax, 2020   01:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwesteka Ararat Tolhildan a ji pêkhateyê Ereb ê Serêkaniyê ye, Sûriyeke demokratîk, azad were avakirin. Li ser vê yekê bi destpêka Şoreşa Rojava re da ser şopa azadiyê û tev li refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  dibe.

Ararat Tolhildan got: "Di civakê de jin bê azadî û îrade hatiye hiştin. Civak bi zihniyeta zilamê serdest wan hikum dike. Ji ber vê min xwest tiştekî bikim."

Ararat sedema tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê diyar kir û ev tişt parve kir:"Ez jineke Ereb ji Sêrêkaniyê me, min xwest balê bikişînim ser azarên jinan di civakî de. Ji ber ku mafên jinan ji dest wan hatiye birin, jin mezlûm in û zilam wan hikum dikin. Min rewşa tehl a jinan dît, pir bi hêrs dibûn. Min xwest tiştekî bikim. Berê jî têgeha azadiyê ji bo me seranser bû, girêdayî çûn û hatinê, xwarin û vexwarin bû. Herî dawî min hêz û cesaret di xwe de dît û min biryar da ku tev li YPJ'ê bibim. Piştî tevlêbûmê min wateya rast a azadiyê nas kir. Va ez li vir im û li ser xeta azadiyê dimeşim. Îradeya min xurtir bûye, ez xwedî nêrîneke azad im, ji bo azadiya xwe û azadiya hemû jinan têkoşîn dikim."

'DAGIRKIRINA HERÊMÊN BAKURÊ SÛRIYÊ KOMPLOYEKE NAVNETEWÎ YE'

Têkildarî rewşa heyî, Ararat Tolhildan ev tişt diyar kir: "Niha em di şerê cîhanê yê sêyemîn re derbas dibin. Ev şer armancên xwe hene. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber desteka bi Erdogan re hatin dagirkirin. Em dikarin vê wekî komployeke navneteweyî li dijî herêmê bi nav bikin. Dewletên hegemon şewqa kesk dan Erdogan ji bo ku êrişî van herêman bikin. Mînak dagirkirina Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê wê bi taybet, di êrişên li ser van herêman de ne tenê hêzên leşkerî dikarin hedef, di heman demê de her tişt dikirin hedef, zarok, jin, ixtiyar qetil kirin. Şer ê qirkirin, qetilkirin û wêrankirin bû.  Lê digotin em terorîstan dikin hedef. Lê her kes dizane ku terorîst li vir nînin. Yên ku êrişî herêmên me dikin ew bi xwe terorîst in."

Ararat Tolhildan bal kişand ser ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêkhate, ol, ji Ereb, Kurd û Suryan, Ermen û Çerkes dijîn û diyar kir ku li dijî hemû pêkhateyan qirkirinê hate meşandin, ji ber ku armanca dewleta Tirk dewleta xwe mezin bike û serdema Osmanî zindî bike.

'DI ŞOREŞA ROJAVA DE, ME NÊRÎNA CÎHANÊ GUHERT Û BENDA TIRSÊ ŞIKAND'

Ararat destnîşan kir ku Erdogan wê li pêşberî berxwedana mezin a gelê Sûriyê rû bi rû bimîne, lê bi fikr û îradeya jina azad dê hemû xewnên wî vala biçin.

Şervana YPJ'ê Ararat Tothildan bi domdarî got: "Ji bo her rewşeke awarte, em bi fikrî, ruhî û fîzîkî amade ne. Ez dibêjim ku di şoreşa Rojava ya jinê de, me nêrîna cîhanê ya li hemberî jinê guhertin, ku digot jin bê hêz, bê cesaret û bê bawerî ye."

Ararat Tolhildan armanca tevlîbûna xwe ya nava YPJ'ê bi van gotinan destnîşan kir"Armancên min gelek in, ez xwe ji hemû cûre koletî rizgar bikin. Ez ê bi hevrên xwe re tê bikoşin da ku rêberê xwe, rêbertê mirovahiyê Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin. Ocalan lingên sereke yê şoreşa jina azad danî. Ez ê bi hemû hêza xwe têbikoşim da ku hemû jinan ji desthilata mêr rizgar bikin."

Ararat îşaret bi vê yekê kir ku rejîma Sûriyê di avakirina (neteweke erebî sosyalîst yekbûyî" de bi îsrar e" û got: "Em armancên hikumeta Sûriyê qebûl nakin. Em ê bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ji hemû pêkhateyan re bixebitin."

Şervana YPJ'ê Ararat Tolhildan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî refên têkoşîn û şoreşê bibin û xwe ji hemû cûre desthilatdarî û dagirkerî rizgar bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o0zsZjOaAVM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>