Şêniyên Toysan: Ji ber dengên topbaranan zarokên me bi zerkê ketine

Şêniyên gundê Toysan ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê gotin ji ber topbaranên artêşa Tirk û çeteyên wê zarokên wan nexweş dikevin,  ji ber zarok ji dengên topban ditirsin.

Şêniyên Toysan: Ji ber dengên topbaranan zarokên me bi zerkê ketine
21 tebax, 2020   06:02
EYN ÎSA-MIHEMED EHMED-CÎHAN BILGÎN

Gundê Toysan 15 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê  ye, şêniyên gund wekî gelek gundên li ser xeta sînorê bi Tirkiyê û çeteyên wê re zehmetiya topbaranan dikişînin.

Ji ber topbaranê jiyana welatiyan bê aramî ye, zarokên wan bi zerkê dikevin, êdî dengê topbaranan zarokan dixe tehlûkeyê.

Welatiyê bi navê Ebid El-Udan ji ajansê re axivî û destnîşan kir ku her dem gund tê topbarankirin, ji ber vê yekê jiyana wan ne aram e û piraniya şêniyên herêmê ji tirsa topbaranê re koçber bûn.

Ebid El-Udan bi lêv kir  ku zarokên wan ji ber topbaranê tirs girtine heta hinek zarok bi nexweşiya zerkê ketine. Ev nexweşî hin caran ji tirsa zêde çêdibe.

Her wiha welatiya bi navê Rabîa El-Sekran jî têkildarî rewşa jiyanî axivî û wiha domand: "Îsal em di nava tersê de dijîn, heta me dev ji gelek karên xwe berdaye, ji wan çandina sebzeyên havînê û amadekirina qûtên zivistanê(mûnet) ye, ji ber vê rewşa me ne aram e û dibe ku kîjan kêliyê be em ji gund derkevin."

Rabîa El-Sekran îşaret pê kir ku zarokên wan ji ber dengên topan nexweş ketine û ji bo dermankirina zarokên xwe domdar sardana bijîşkan dikin.

Ebid El-Udan û Rabîa El-Sekran bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, aramî û aştiyê misoger bikin.

Ji destpêka artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî û gundewarên wê dagir kirine ve, ji bo şêniyên gundên nêzî xeta sînor bitirsînin û wan koçber bikin, gundan topbaran dikin, lê dîsa jî welatî li malên xwe ne û ev jî dihêle dijmin hîn zêdetir van gundan topbaran bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tPcaPzdEJFs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>