‘Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê dê bigihêje 2 milyonan’

Li gorî pêşbiniyên pisporan, heke hikumeta Şamê tedbîrên rêgirtina li pêşiya belavbûna Koronavîrusê xurt neke, hejmara nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê heta dawiya Tebaxê dê bigihêje 2 milyonan.

‘Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê dê bigihêje 2 milyonan’
20 tebax, 2020   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Al-Monitor a Amrîkayê raporek li ser rêjeya belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li Sûriyê amade kir. Malperê bi gelek kesan re hevpeyvîn çêkirin û agahiyên xwe spartin lêkolîneke Brîtanyayê.

Ji wan kesên ku malperê pê re hevdîtin çêkiriye, yek jî rojnamevan û nivîskar Wesam Kanan e. Kanan 13`ê Tebaxê bavê hevala xwe yê 80 salî ku bi Koronavîrusê ketiye, radike nexweşxaneyê lê kalemêr roja din dimire.

Kanan got: "Hevaleke min bi rêya telefonê bi min re axivî û got ew bi hewcedariya alîkariyê ye, ji ber ku bavê wê yê 80 salî bi Koronavîrusê ketiye. Me têkilî bi gelek nexweşxaneyên taybet û giştî re çêkir. Ruxmî ku gelek hunermend û kesayetên navdar alîkariya me kirin lê me nekarî zilam bibira nexweşxaneyê.”

Hikumeta Sûriyê îdia dike ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li welêt di 17`ê Tebaxê de gihîştiye hezar û 764 kesan û 68 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê gelek delîl hene ku nîşan dikin ku hejmara rastîn bi gelek caran ji vê hejmarê pirtir e.

Rûxmî  tunebûne belgeyên rastîn, li gorî raporeke Fakulta Aborî û Zanistên Siyasî (LSE) ya Londonê dibe ku hejmara nexweşan li Sûriyê heta dawiya Tebaxê bigihêje 2 milyonan.