Polîsên Tirk êrişî çalakiya jinan a li dijî tecawizê kir

Jinan li Taksîmê ya Stenbolê destavêtina çawişê pispor ê artêşa Tirk a dagirker Musa Orhan ku li Êlihê dest avêt jineke ciwan, şermezar kir. Polîsan êrişî jinan kir û 4 jin destgîr kirin.

Polîsên Tirk êrişî çalakiya jinan a li dijî tecawizê kir
20 tebax, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çalakî ji aliyê endamên Rizgariya Jinan ve li qada Taksîmê ya Stenbolê ya Tirkiyê hate lidarxistin.

Çalakgeran xwest ji bo Îpek Er a ku piştî destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî, hesab bê pirsîn.

Jinan pankarta bi nivîsa "Sîstema serdestiya mêran kujerê Îpek e" hildan û dirûşmên "Em ê hesab ji kujeran bipirsin", "Dewlet a mêr wê hesab bide" qîriyan.

Di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk êriş kirin û çar jin ên çalakger bi zorê destgîr kirin. Hate ragihandin ku jinên hatine destgîrkirin Başak Yeşîlot, Gamze Taşçi, Berîvan Kûrt û Bûrcûgul Çûbûk in.