​​​​​​​HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin

HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û nasnameyên 2 gerîlayên şehîd bûne, aşkera kirin.

​​​​​​​HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin
20 tebax, 2020   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"19'ê Tebaxê arêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Balafirên şer saet di 12:00 de bombe li qada gundê Kavilka yê herêma Garê barandin.

Saet di 13:00 de balafirên şer gundê Kanî Mezin, saet di 15:00 de jî qada gundê Kestê yên herêma Metînayê bombe kirin.

Saet di navbera 23:00 û 00:00 de jî balafirên şer bombe li Dola Botê, Girê Şehîd Cîhan û gundê Şêxanê yên Qendîlê barandin.

Balafirên şer her wiha êvarê bombe li qada Tabûra Ereban a herêma Avaşînê bombe kirin.

Piştî êrişa artêşa TC a dagirker a li gundê Kanî Mezin, şewat li qadê rû da û welatiyê me yê sivîl ê bi navê Xalid Abdûrrahman ku ji bo vemirandina şewatê çû herêmê, bû hedefa artêşa TC a dagirker û bi zanebûn hate qetilkirin. Dewleta TC a faşîst bi rêya medya xwe, welatiyên sivîl ên bi zanebûn dikin hedef weke PKK'î nîşan dide û bi vî rengî hewl dide ser komkujiyên xwe binixumîne. Di serî de malbata Xalid Abdûrrahman ku ji ber êrişa dewleta TC a faşîst a dagirker şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û divê were zanîn ku em ê hesabê welatiyên sivîl ên hatine qetilkirin bi rengekî giran bipirsin.

Di daxuyaniya xwe ya 16'ê Tebaxê de me ragihandibû ku 1'ê Tebaxê li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de hevalên me Argeş û Warşîn şehîd bûne.

Gerîlayên azadiyê berxwedana xwe ya destanî ya li dijî dewleta TC a faşîst roj bi roj bi gaveke din nêzî azadiyê dikin. Dewleta TC a faşîst qirker hewldanên aştiyane yên Rêber Apo weke lawaziyekê dît û her carê xwest ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji holê rake. Lê belê rêbaza têkoşînê û felsefeya Rêber Apo karakterê dewleta Tirk a dagirker bi her awayî raxist pêş çavan. Berxwedana gerîla li ser bingeha dersên ji dîrokê hatin wergirtin dest pê kir û ji bo armanca serketinê gav bi gav bi pêş ve diçe. Di nava serdema çaryeka sedsalê de her gava dewleta Tirk a dagirker hate pûçkirin, li pêşberî îradeya gerîla bêçare man.  Dewleta Tirk a dagirker bi derfetên teknolojiya dawî careke din hewes kir, lê belê ya ku hesab nekir û nexwest bibîne, rastiya yekane ya milîtaniya fedayî ya Apoyî ye. Şehîdên me yên leheng fermana serketinê dide me û ev ferman jî berpirsyariya bingehîn a her ciwanên Kurd e. Hevrêyên me Warşîn û Argeş jî xwedî li vê wezîfeya bingehîn derketin û bûn lehengên pêşeng ên vê berxwedana serketî.

Hevrêyên me Warşîn û Argeş li herêmên ku welatparêziya Kurd lê xurt de ji dayik bûn. Bi çanda Kurd û çîrokên berxwedanê yên şehîdên leheng mezin bûn. Ji bo xeyalên xwe pêk bînin û ala berxwedanê ya şehîdên leheng dewr werbigirin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kirin, veguherîn milîtanên fedayî û li her qada têkoşînê bûn xwedî kedeke mezin. Bi wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li eniya berxwedanê her tim serketî bûn, bûn mînakên bijarte di kesayetiya milîtaniya Apoyî de. Hevrêyên me Warşîn û Argeş bi berxwedan û dilxwaziya xwe ya azadiyê, li dijî hêzên paramîlîter û teknîka dewleta Tirk a faşîst, bi rengekî destanî li ber xwe dan û îradeya xurt a Apoyî careke din nîşan dan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Nasnav: Argeş Koçer

Nav paşnav: Mehmet Siddik Denker

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik û bav: Hediye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2020'an / Gabar

Nasnav: Warşîn Agît

Nav paşnav: Hacer Mûsa

Cihe jidayikbûnê. Tirbespiyê

Dayik û bav: Roza-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2020'an / Gabar