Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê fermandarekî Rûsyayê hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, di teqîna mayînekê li ser rêya Dêrazorê de fermandarekî Rûsî hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê fermandarekî Rûsyayê hate kuştin
18 tebax, 2020   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin: "Di dîroka 18'ê Tebaxê de, dema ku kerwanek ji karê xwe yê mirovî vedigeriya li cihekî ku 15 kîlometreyan dûrî bajarê Dêrazorê, dema ku wesayît tevgeriya mayînek teqiya."

Her wiha hate gotin: "Di teqînê de 3 leşkerên Rûsya birîndar bûn. Ji wan şêwirmendekî leşkerî jî di asta lîwa de, dema cenaze radikir û alîkariyên tenduristiyê pêşkêş dikir, jiyana xwe ji dest da."