Bihabûna maskan azarên gel zêdetir kirin

Bihabûna maskên tenduristiyê li gel aloziya aborî û belavbûna şewba Koronavîrusê, azarên malbatên xizan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.

Bihabûna maskan azarên gel zêdetir kirin
17 tebax, 2020   07:38
KOBANÊ

Li gorî Desteya Tenduristiyê, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 204 nexweşên Koronavîrusê hene, 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û 21 nexweş jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistafa li ser belavbûna vîrusê û derketina rewşê ji bin kontrolê, hişyarî da. Nexasim ku beşeke mezin ji civakê nikare madeyên dezenfektekirinê, lepik û maskên tenduristiyê peyda bike.

Li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê di 5 mehan de buhayê maskên tenduristiyê deh qatan zêdetir bûye. Li Qamişloyê maskên tenduristiyê bi 300-400 lîreyên Sûriyê tên firotan. Li herêma Firatê jî buhayê her maskekê ji 500 heta 700 lîreyên Sûriyê ye, piştî ku bi 50 lîreyan dihatin firotan.

Şêniyekî Kobanê yê bi navê Şahîn Osman dibêje dibe ku ji ber bihabûna maskên tenduristiyê, şewb zêdetir belav bibe û got: "Derfetên hin malbatan ji bo kirîna alavên xweparastinê ku pir biha bûne, tune ne. Di demekê de ku neçar in rojane ji malê derkevin, biçin kar, pêdiviyên xwe bikirin û li sûkan bigerin."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya çend mehan ve keysbaziya dermanan heye. Her wiha hin cureyên dermanan, madeyên dezenfektekirinê, lepik û maskên tenduristiyê nayên peydakirin. Gel li hemberî vî rewşê bi gazinc e û dibêje ku bazirgan û dermanxane di vê dema dijwar de pêwîstiya gel bi kar tînin.

Saziyên Rêveberiya Xweser di meha Adarê de miqdareke maskên tenduristiyê li kesên li ser rêyên giştî li hin bajaran belav kiribûn û li gelek bajar û bajarokên herêmê hemleyên dezenfektekirinê dabûn destpêkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Şemê got: "Divê Rêveberiya Xweser, rêxistinên tenduristiyê û yên mirovî bangewaziya xizanan pêk bînin û di demeke nêz de pêdiviyên wan peyda bikin. Ji bo ku bi hêsanî tev bigerin li gel belavbûna pandemiyê.”

Li seranserê cîhanê zêdetirî 20 milyon kes bi Koronavîrusê ketine. Her wiha di 7 mehan de nêzî 750 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Sêşema borî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandibû ku welatê wî yekemîn dermanê li dijî Koronavîrusê derxistiye. Pûtîn got di du hefteyan de dê derman bigihîne welatên din.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Byr2DCkkgX8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>