​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin

Li gorî encamên lêkolîna giştî ku NRLS'ê li ser yekitiya neteweyî ya Kurd li Rojava çêkir, ji sedî 95’ê gel hevdîtinan erênî dibîne, ji sedî 86 dibêje ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê partî hemû tev lê bibin.

​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
​​​​​​​Lêkolîna NRLS’ê: Divê hemû partî tev li xebatên yekitiyê bibin
17 tebax, 2020   08:07
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), encamên lêkolîna xwe ya li nava raya giştî ya li ser yekitiya neteweyî ya Kurd a li Rojava, eşkere kirin.

Hevdîtinên ji bo yekitiya neteweyî, ku bi însiyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û bi çavdêriya DYA û Fransayê di navbera Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê de dest pê kirin, bi giranî jî be dewam dikin.

NRLS'ê li ser hevdîtinên ji bo yekitiya neteweyî li herêma Cizîrê lêkolînek li nava raya giştî kir. Lêkolîn li nava 1.378 kesî hate kirin ku 33 ji wan jin (456 kes) û 67 ji wan jî mêr (922) kes bûn.

Li gorî encamên lêkolîna raya giştî ku li bajarên Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Tirbespiyê, Dêrikê hate kirin, ji sedî 95’ê beşdaran got ku ew hevdîtinan erênî dibînin.

65 ji sedî yê beşdaran diyar kir ku hevdîtin wê bi rengekî erênî bi encam bibin. Ji sedî 86 jî di wê baweriyê de ne ku ji bo hevdîtin bi ser bikevin divê partî hemû tev li hevdîtinên ji bo yekitiyê bibin.

Encamên lêkolîna li nava raya giştî ku di navbera 5'ê Tîrmeha 2020'an û 21'ê Tîrmeha 2020'an de hate kirin wiha ne.