Wezîrên parastinê yên Qeter û dewleta Tirk li Lîbyayê ne

Wezîrên parastinê yên Qeter û dewleta Tirk di demekê de ku tevgerên leşkerî li ser erdê rû didin, gihîştin paytexta Lîbyayê Terablusê.  Gelo êdî şer nêz bûye?

Wezîrên parastinê yên Qeter û dewleta Tirk li Lîbyayê ne
17 tebax, 2020   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê bi bîr xist ku wezîrê parastinê yê Qeterê Xalid Atiye û hempîşeyê wî yê Tirk Hulusî Akar dê bi rayedarên hikumeta Fayiz Serac a ne destûrî û bi hinek fermandarên milîsan re bicivin.

Her wiha Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku dewleta Tirk pergala parastinê ya asmanî li gelek herêmên rojavayê welêt bi taybet li baregeha Watiye ya ku di bin kontrola çeteyên wê de ye, belav kiriye.

Li gorî çavdêran ev serdan û tevgerên leşkerî, diyar dike ku şerê li Sirteyê nêz bûye. Eger şer dest pê bike, wê dewleta Tirk li Sirteyê were pêşberî xeta sor a Misirê û bi vê yekê wê şerekî herêmî rû bide.

(şx)