Li herêma Cizîrê ji ber COVID-19 kesekî din jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku kesekî din bi Koronavîrusa ketiye, 5 nexweş baş bûne û nexweşekî jiyana xwe ji dest daye. Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 205 kesan, 14 kes mirine û 26 nexweş jî baş bûne.

Li herêma Cizîrê ji ber COVID-19 kesekî din jiyana xwe ji dest da
17 tebax, 2020   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê daneyên Koronavîrusê ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê ji ber pandemiyê miriye 60 salî ye.

Mistefa destnîşan kir ku li Şehbayê kesekî din bi Koronavîrusê ketiye.

Her wiha Mistefa bi bîr xist ku 5 nexweş baş bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên ku baş bûne gihaşt 26 kesan.

Li gorî daneyên dawîn heta niha 205 kesan bi vîrusê ketine û 14 kes jî mirine.

(eh)

ANHA