Li kampa Holê penaberekî iraqî hate qetilkirin

Kesên nenas êrişî beşa sêyemîn a kampa Holê kir û penaberekî iraqî qetil kir. Piştî wê hêzên ewlekariyê yên Ii kampê dimînin yekser dest bi lêpirsînê kir.

Li kampa Holê penaberekî iraqî hate qetilkirin
17 tebax, 2020   06:23
HESEKÊ

Kampa Holê bi 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye û duh kesên nenas panberekî iraqî bi navê Hemade li beşa sêyemîn a kampê qetil kir.

Hêzên ewlekariyê yên li kampê dimînin diyar kir ku paneber Hemade bi debanceya bêdeng bi 4 guleyan hatiye kuştin.

Piştî bûyerê yekser hêzên ewlekariyê yên li kampê ketin nava liv û tevgerê û dest bi lêpirsînê kir.

Di 13`ê Tebaxê de êrişek li dijî beşa yekemîn a panebarên Iraqê pêk hatibû û 3 panebar birîndar bûbûn.

Aliyên ewlekariyê sedemên rûdana bûyerên qetilkirinê di nav kampa Holê de vegerand zîhniyeta tundraw a jinên DAIŞ`î yên ku di kampê de dimînin. Piraniya wan bûyeran ji aliyê jinan ve pêk tên. Ew bi rêya van bûyeran dixwazin fikrên tundraw biparêzin û di nav paneberan de belav bikin.

(eh)

ANHA